Ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed li ser serketina li Hesekê, ku êrişa DAÎŞ'ê hate têkbirin ji Çira TV re axivî.
Fermandar Newroz Ehmed ev serketin di serî de li xelkê Şengalê, li tevahiya gelên herêmê pîroz kir û işareta bi girîngiya xweparastin û xwebirêxistinkirina gelan kir.
Fermandar Newroz Ehmed destnîşan kir ku serketina li Hesekê bi saya xwerêxistinkirina gelê herêmê û fedakariya şervanên wan pêk hat.
Newroz Ehmed ev nirxandin kir: "Êrişeke pir berfireh li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê hate kirin. Li wê girtîgehê girtiyên DAÎŞ'ê yên herî har, fikrê xwe hişt, radîkal, bi giranî jî di pêngava dawî ya Bahozê de hatibû girtin, lê diman. Tê zanîn ku ev girtiyên DAÎŞ'ê piraniya wan serçete ne û komkujî li gelê me kiribûn. Çi li Kobanê, çi li Şengalê bi taybetî li ser gelê Kurd û tevahiya xelkê herêmê komkujî kiribûn. Ji ber vê yekê heta niha her parastin, tedbîrên ku me girtibû ji bo wê ku em careke din nehêlin gelê me bi xeteriyeke wiha re rû bi rû bimîne.
Ev êrişa berfireh a hate kirin ji derve hatibû amadekirin. Hejmareke zêde ku ji derve êriş kirin, bi yên li hundir xwestin bi hev re careke din xîlafeta xwe îlan bike. Bêguman ev yek li ser tevahiya gelên herêmê û gelên cîhanê xeteriyeke pir mezin bû. Xeterî bi taybetî li ser herêmên berê komkujî pêk anî bûn. Em zanin ku eger di vê êrişê de bi ser ketibûna ne tenê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê wê bi vê yekê re careke din xwe fireh bikira, careke din xwe bi rêxistin kiribûna. Armanca wan ev bû.
'KARMENDÊN GIRTÎGEHÊ TEVÎ KU BÊÇEK BÛN, BI LEHENGÎ LI BER XWE DAN Û ŞEHÎD BÛN'
Di vê êrişê de eşkere bû ku çiqasî xwe bi berfirehî bi rêxistin kirine, hîn hebûna xwe heye, hîn xetereyeke li ser gelên me. Lê belê di serî de şervanên me, xebatkarên me yên di hundirê girtîgehê de, yên ji ewlehiya girtîgehê berprisyar bûn û hemû şervanên me bi lehengiyeke mezin li hemberî vê êrişê sekinînin. Ji ber ku tevî karmendên di hundir de çek jî di destê wan de tune bû, lê belê vê zanîbûn; eger ev girtî careke din derbikeve wê xeterî ji bo tevahiya herêma me be, tevahiya cîhanê be. Ev yek ne tenê bi axa Sûriyeyê re bi sînordar e, li Iraq û her wiha bibe xeteriyeke mezin. Bêguman parastina van girîng bû. Ji ber wê ew şervanên me yên bêçek, heta dawî li ber xwe dan û bi qehremantiyeke mezin gihîştin şehadetê. Em wan şehîdan bi minetdarî bi bîr tînin, ji ber ku xwediyê vê serketinê ew şervanên me bûn, ku careke din gelên herêmê parastin.
'SERKETINA HESEKÊ BI TAYBETÎ LI XELKÊ ŞENGALÊ PÎROZ BE'
Bi vê wesîleyê em vê serketinê careke din li gelê me pîroz dikin. Bi taybetî li gelê me yê herî zêde êş kişandî li gelê me yê Êzidî pîroz dikin. Ji ber ku em zanin gelek jin revandin û bi rengekî hovane qetil kirin, gelê me bi sed hezaran koçber bûn. Em ji gelê xwe re dibêjin, çi dibe bila bibe em ji bo parastina gelê xwe amade ne. Bila rehet bin, hêviya ku jiyaneke azad û ewle çi pêwîst be em ê pêk bîne.
Êrişê diyar kir ku gelek deveran ji zerfên cuda cuda yê heyî sûdê werdigirin û xwe bi rêxistin dikin. Ya girîng ew e ku gelê me xwe bi xwe birêxistin bike û parastina xwe bi xwe bike. Di vê êrişê de jî me ev dît, di serî de gelê me yê li Hesekê. Sedema vê serketinê jî ev bû. Li kêleka şervanên xwe sekinînin, xwe bi rêxistin kirin.
'XELKÊ ŞENGALÊ DIVÊ HÎN BI XURTÎ XWE BIRÊXISTIN BIKE Û LI GEL ŞERVANÊN XWE BISEKINE'
Yek ji herêmên ku herî zêde di bin xeteriyê de Şengal e. Rast e niha sîstemeke xwe ya parastinê ava kirine, şervanên wî gelî wan diparêze. Bi lehengî canê xwe ji bo gelê xwe feda dikin û amade ne ji bo vê. Lê belê ev tenê têrê nake. Ji ber vê gel û şervan bi hev re, xweparastin, xwebirêxistinkirin divê. Her kes divê mala xwe biparêze, taxa xwe biparêze, gundê xwe biparêze, bajarê xwe biparêze. Bi vî rengî em karibin herêma xwe bi temamî ewle bikin. Ji ber ku em li herêmeke xeter dijîn. Cihê ku xelkê me yê Êzidî lê dimîne sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ye, pêwîstiya wê hîn bêhtir bi parastinê heye. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me di wê bîr û baweriyê de ye. Ji xwe ji bo hebûna xwe çi pêwîst be dikin û sîstema ku ava kirine her tiştî didin pêş çavên xwe û diparêzin. Ji ber ku hebûna xwe di wê de dibîne. Gelek kesan ji derve parastin, lê belê terik kirin. Tenê zarokên wî gelî yên bi axa xwe ve girêdayî wê ti carî dest ji xaka xwe bernede. Şervanên li wê derê dest ji gelê xwe, ji axa xwe naqere. Ji ber wê divê em xwe bi rêxistin bikin û li kêleka hev bisekinin, bi hev re em karibin axa xwe biparêzin."