Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Şehba û Efrînê dewam dikin. Hêzên parastinê yên herêmê jî bersivê didin êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê. Nerazîbûna li dewleta Tirk, li herêma Ezazê ya ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin, hate nîşandan. Li Îdlibê jî bêaramî ketiye nava çeteyan. Hin çeteyên ku naxwazin tevlî hewldana dagirkeriyê ya Tirkan bibin hatine cezakirin û çekên wan ji wan hatine standin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêr êvarê top avêtibûn herêmên Efrîn û Şehbayê. Gundên Minenar, Fîlat, Qetma, Qestelcîndo yên navçeya Şêra û gundên Cilber û Îska yên navçeya Şêrawa hatin bombekirin. Çeteyan di heman demê de herêmên Şehbayê yên di kontrola Hêzên Şoreşger de ne; Erfad (Til Rifat), Minx, Şêx Îsa û Bîlûniyê bombe kirin. Di van êrîşan de 4 sivîl birîndar bûn.
Wekî din êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li hemberî gundên Yazî Bax û Keferanton ên Şehbayê zêde bûn. Pêr bi şev saet di 03:00 de bi dehan top li van her du gundan ketin. Di encama vê êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên ji malbatekê birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Xezala Yûsif (40), Mûawiya El Yûsif (13), Tebarik El Yûsif (13).
Birîndar jî ev in: Xensa El Yûsif (18), Rinda El Yûsif (23), Fîdaa El Yûsif (19) û Aya El Yûsif (16).
Endamên Komîteya Tenduristiyê ya Şehbayê ragihand, rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran giran e.
Gundê Keferanton ê herêma Şehbayê, di Sibata 2016'an de ji çeteyên Cebhet Fetîh El Şam (Cebhet El Nûsra) hatibû rizgarkirin.
NERAZÎBÛN ZÊDE DIBE
Li dijî êrîşên dewleta Tirk, di serî de li Efrîn û navçeyên wê li gelemperiya Rojava û gelek herêmên Sûriyeyê nerazîbûn hat. Nerazîbûna destpêkê ji Ezazê hat. Gelê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, beriya niha bi sê rojan meşiya û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir. Çeteyên bi fermana artêşa Tirk tevdigerin di dema vê xwepêşandanê de gule li gel reşandin. Li ser vê yekê, li gelek bajarên weke Heleb, Şam, Hama, Hûms, Tartûs, Lazkiye û bi dehan bajar, navçe û gundên van bajaran, gel li ser dîwaran nivîsa "Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re" bi zimanê Erebî nivîsandin. Gel her wiha bêdengiya rêveberiya Sûriyeyê jî protesto kir. Li hin gund û navçeyan, tevî ku ji aliyê rejîmê ve tê kontrolkirin, hin meş û xwepêşandanên protestoyî yên biçûk hatin lidarxistin.
LI ÎDLIBÊ TEVLÎHEVÎ KETE NAVA ÇETEYAN
Derket holê, ku ne tenê gelê sivîl li ber dagirkeriyê radibe. Hat hînbûn ku hin alîgirên komên Nûrettîn Zengî û Nûsra yên li Hama, Hûms û Îdlibê jî tevlî vê nerazîbûnê bûne. Her çend Nûsrayê li Dîlokê di civînê de bi Tirkiyeyê re li hev kir jî, piştî vê nerazıbûnê ji bo bingeha xwe winda neke, li Îdlibê helwesteke bi vî rengî nîşan da. Heman helwest ji bo koma Nûrettîn Zengî jî derbas dibe. Di nava komên Ehrar Şam û Feylak Şam de jî ku di her şert û mercan de bi Tirkiyeyê re ne, tevlîheviya navxweyî rû da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hin ji fermandarên Ehrar Şam û Feylak El Şam tevlî vê nerazîbûnê bûne û gihîştine wê baweriyê ku divê bi rengekî komî helwestê nîşan bidin. Lê tê gotin, ev fermandarên navborî di demeke kin de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin û ji herêmê hatine derxistin.
YÊN LI BER RABÛN, ÇEK JI WAN HATE STANDIN
Di vê navberê de hin komên di nava 'Mertala Firatê' de cih digirin, ji Tirkiyeyê re ragihandin ku wê di nava vê êrîşê û dagirkeriyê de cih negirin. Li gorî agahiyan, yek ji van koman jî koma Neviyên Selahattîn e ku vê komê beriya niha gelek caran êrîşî derdora Heleb û Efrînê kiriye. Li ser vê yekê dewleta Tirk ji berpirsyarê vê omê Mahmût Xelo xwestiye ku çekên xwe teslîm bike. Xelo anî ziman ku koalîsyonê çek daye wan û ev daxwaza Tirkiyeyê red kir. Hêzên Tirk Xelo girtin û ew birin Tirkiyeyê. Piştî lêpirsîna 20 rojan bi şertê ku çekên xwe teslîm bikin ew berdan. Piştî ku Xelo hate berdan, kesên di nava vê komê de cih digirin hatin bêçekkirin û ji malê wan re hatin şandin. Xelo jî bi şertê ku di jêr çavdêriya artêşa Tirk de be ji neçarî li Qibbesînê bimîne. Çavkaniyên herêmî dibêjin, ewlekariya jiyanê ya Xelo nîne û di her kêliyê de dibe ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve wre kuştin.
EBÛ OMER JI KOMAN RE NAME ŞAND
Ji berpirsyarê Lîwa Şîmal Demratîk ku yek ji pêkhateyên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) e Ebû Omer, nameyeke vekirî ji komên bi Tirkiyeyê re tevdigerin re nivîsand. Ebû Omer demeke dirêj bi Tirkiyeyê re tevgeriya bû û piştî ku armanca rasteqîn a Tirkiyeyê hîn bûbû, tevî koma xwe jê veqetiya bû û cihê xwe di nava Ceyş El Siwar de giritbû.
Ebû Omer di nameya xwe de qala armanca dagirkeriyê ya Tirkiyeyê kir û ji komên navborî re got, "Weke zarokên vê axê, em ê axa xwe biparêzin. Ti hêz nikare me ji ser axa me derxîne. Ji ber ku em li vir ji dayik bûn û mezin bûn. Gorên pêşiyên me li vir in. Em ê nehêlin ku gorên wan bên dagirkirin. Cîhan tev dizane ku dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan ji Cerablûsê dest pê kiriye û axa Şehba û Efrînê dagir kiriye.
EM Ê XIYANETÊ JI BÎR NEKIN
Erdogan û artêşa wî ya dagirker, bi rêya xayinên qaşo ji me ye, ev dagirkerî kir. Em ê ti carî vê xiyanetê ji bîr nekin. Ez ji van kesên ku bûne çete, li cem Tirkiyeyê tevdigerin û axa xwe xistine nava lepên Tirkiyeyê vê dipirsin: Eger hûn bi rastî jî welatparêzekî Sûriyeyê ne, hûn çima Skenderûnê naxwazin, çima ji bo vê tênakoşin. Çima hûn dikin ku axa me weke Skenderûnê were dagirkirin? Skenderûn û Hatay, di sala 1939'an de bi lîstik û fenên mezin ji axa me qut kirin û bi xwe ve girê dan. Hûn çima van bajarên me venagerînin?
HER TIŞTÊ WE HATIYE KIRÎN
Dewleta Tirk mejiyê we, nêrîna we, kesayetiya we kirî ye. Xwest me jî bikire, lê nedibû ku em vê xiyanetê qebûl bikin. Bi rêya pereyan komên çete ava kir û hin gund, bajarok û navçeyên li bakurê welatê me dagir kir.
WE HÊVÎ DAN ERDOGAN Ê FAŞÎST
We hêvî dan Erdogan û artêşa wî ya faşîst a ku li pey xeyalên Osmaniya nû ne. Ev çete di bin gelek navan de li hev civiyan. Axa me dagir kirin. Bi dijminatî nêzî gelên li ser axa me bûn, lê bi ser neketin.
Weke gelên Sûriyeyê bi ziman, çand, reng û baweriyên xwe em bûn yek. Em bi xwişk û biratiyê bi hev re dijîn. Yên ku dixwazin tovên dijminatiyê di nava me de biçînin wê winda bikin.
EM Ê HETA DAWIYÊ ŞER BIKIN
Divê her kes zanibe, weke zarokên vê axê em ê canê xwe deynin holê û nahêlin ti hêz bihostek axa me jî dagir bike. Kî hebe ku bi israr dibêjin wê dagir bikin, de fermo. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û şer bikin. Em ê axa xwe, gorên pêşiyên xwe, malên xwe biparêzin."