Navendên tenduristî û perwerdeyê yên hatin bombekirin
Navendên tenduristî û perwerdeyê yên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin, hilweşiyan.
Navendên tenduristî û perwerdeyê yên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin, hilweşiyan.
22'ê mijdarê li gundê Goran ê li rojhilatê bajarê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de dibistanek hilweşiya.
Li gundê Qeremoxê yê li rojhilatê bajêr jî bombe li navendeke tenduristiyê hate barandin. Navenda tenduristiyê ku xizmet ji 10 gundan re dikir, beşeke girîng hilweşiya.
Navendên tenduristî û perwerdeyê yên hatin bombekirin, nikarin xizmetê bikin.
Her wiha li gundê Cîşan ê li nêzî gundê Qeremoxê stasyoneke bazê ji ber êrîşê nikare xizmetê bike.
Dewleta Tirk di şeva 19'ê Mijdarê de bombe li Nexweşxaneya Covîdê ya li Kobanê barandibû û bi temamî hilweşandibû.