Navenda Belgekirinê: Dewleta Tirk 5 sivîl qetil kir

Navenda Belgekirina Sûcên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk 5 sivîl qetil kiriye. Li gorî navendê 22 kes jî birîndar bûne, ku 5 kes felç bûne.

Têkildarî mijarê, Navenda Belgekirina Sûcan daxuyaniyeke nivîskî da û sûcên artêşa Tirk a dagirker eşkere kirin.

Navenda Belgekirina Sûcan di destpêka daxuyaniyê de bal kişad ser hejmara sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha da zanîn: "Hejmara sûcên ku li herêmên gundewarên Reqayê, bajarokê Eyn Îsayê, gundewarên Hesekê, Til Temirê û navçeya Zirganê pêk hatine, gihîşt 67’an. Di heman demê de hejmara welatiyên ji herêmên navborî koçber bûne gihaşt 5 hezar koçberî, 6 gund bi tememî hatine valakirin, 5 sivîl hatine kuştin, 22 kesên din birîndar bûne û di nav wan de 5 kes bi temamî felc bûne."

Navenda Belgekirinê diyar kir ku metirsiyên sereke û gefa li dijî bi hezaran sivîlan kampa Eyn Îsayê ya ku derdora 10 hezar koçber lê hene û bê ser û ber rastî topbaranê tên.

SÛCÊN ŞER

Navenda Belgekirinê di berdewama daxuyaniyê de got: "Em dubare piştrast dikin ku hêzên Tirkiyê û komên pê ve girêdayî, perspektîfên artêşa Tirk bi cih tînin. Sûcên ku pêk tên li pêşberî çavên leşkerên dewleta Tirk û bi hevkariya wan pêk tê, lewra li gorî biryarên Konseya Ewlehiyê yên 2139 û 2254’an ku îşaretê bi rawestandina êrişan dikin, ev sûcek e û nayê qebûlkirin. Artêşa Tirk gelek qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mirovahiyê binpê kirin, di heman demê de bi rêya sûcên qetilkirinê madeyên 7 û 8 ên Qanûna Romayê binpê kirin, ji ber vê yekê li dijî mirovahiyê sûcên şer pêk tîne. Di dawiyê de dewleta Tirk peymana agirbestê ya ku bi DYA û Rûsyayê re mohr kiribû jî binpê kir."

Navendê piştrast kir ku li gorî belgekirina encamên şerê dawîn ên artêşa Tirk li dijî Eyn Îsayê, Girê Spî, gundewarên Til Temirê û bakurê Reqayê, 5 sivîl hatine qetilkirin, 22 kes bi sivikî birîndar bûne û 5 kes jî bi temamî felc bûne.

Navendê destnîşan kir ku di mehên Mijdar û Kanûna 2020'an de artêşa Tirk û komên çekdar ên bi ser oposzîsyona Sûriyê ve û girêdayî Tirkiyê, 76 êriş pêk hatin û 12 gund, Eyn Îsa û kampên wê kirin armanc û wiha got: "Di encama van êrişan de binesaziya herêman hate wêrankirin, bi  moşekan navenda şîrketa kehrebeyê hate armanckirin, du dibistan û navendeke tenduristiyê hatin topbarankirin. Di dawiyê de bi dehan malbat koçber bûn û 6 gund hatin valakirin."