Navê hinek kesên li Mabatayê hatî revandin eşkere bû

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê navê gelek kesên ji gundên Mîrkan a navçeya Mabata ya Efrînê hatine revandin, eşkere kirin.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi fermaneke ji îstixbarata dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê, li navçeya Mabata û gundên girêdayî wê sûcan pêk tînin.

Şêxo got çeteyên Cebhet El Şamiye ji duh ve gundê Mîrkan dorpêç kiriye.

Şêxo ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên gundên Mabata, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi sedan şêniyên gundê Mîrkan ku di nav de jin jî hene, revandine. Her wiha ji gundên Şîtka, Misteşîra, Erendê, Dela, Elî Caro, Qasmo û gelek gundên din ên navçeya Mabeta, revandine.

Navê kesên hatine revandin wiha ye;

Ji gundê Mistika, Esed Elo, Zekeriye Elo, Ebdîn Hiso, Mihemed Hiso û Hawar Silêman.

Ji gundê Erendê, Egîd Reşîd Hisên, Mihemed Mihemed Hisên, Ebdulruhmen Xelîl Mistefa, Ismaîl Mihemed Sîdo û Ebdulruhmen Henîf Hisên.

Ji gundê Mîrkan, Xelîl Hisnî Hemdî, Fêsel Foad Hemalîko, Xemgîn Hemo, Neasan Sîno, Bangîn Erêf Ebdo û Ebdo Gênc Xemîs.