Nasnameya zarokên ku li Tirbespiyê hatibûn qetilkirin

3 zarokên ku li Tirbespiyê hatibûn qetilkirin, nasnameya wan hate eşkerekirin. Hate hînbûn ku malbatên zarokan ji ber şerê li Helebê koç kirine.

Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê duh êrîşeke bombeyî hatibû kirin û sê zarok hatibûn qetilkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku zarokên hatine qetilkirin Îbrahîm Hisên El-Hemûd (11), Ebdullah Hisên El-Hemûd (9) û pismamê wan ê bi navê Mûsa El-Abdullah (8) in.

Hate diyarkirin ku malbata El Hemû ji ber şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê ji Helebê koçî Tirbespiyê kirine.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girtine.