Nasnameya şervanê ku li Serêkaniyê şehîd bûbû hate eşkerekirin
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ev hate diyarkirin: "Hêzên me li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin dan meşandin, di wê wextê de peywendiya bi endamê me Ebdullah Ebdo re qut bû. Beriya çend rojan hêzên me agahî bi dest xistin ku endamê me Ebdullah Ebdo şehîd bûye.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê û Paşnav: Ebdullah Ebdo
Navê Bav: Elawî
Navê Dayikê: Helûma
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê 29-1-2020
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 6-2-2020
Di dawiyê de em bejna xwe li hemberî fedekariya şehîdên xwe ditewînin û soza şopandina rêya wan didin."