Nasnameya şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hate eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

YPG’ê têkildarî şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek weşand û nasnameya şehîdên pêngavê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“QSD ji bo paqijkirina herêma Cizîrê Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di heman demê de YPG-YPJ’ê jî cihê xwe tê de digirin, berdewam dike. Ji bo ku pêşî li vê pêngavê bigirin û gelê herêmê di rewşeke kaos û bêaramiyê de bihêlin, êrîş û planên rejîmê jî bi hevkariya Îran û Rûsyayê li ser şervanên QSD'ê heta van kêliyan jî didome. Tevî vana jî nikarin pêşveçûna şervanan li wê herêmê asteng bikin û her roj gelek cih ji çeteyên DAIŞ’ê tê rizgarkirin û dîsa bi hezaran sivîl jî ji nav pencên çeteyan tên rizgarkirin.

‘DI NAVBERA 17-24’Ê ÎLONÊ DE ŞEŞ HEVALÊN ME ŞEHÎD BÛNE’

 Di navbera 17 û 24'ê Îlonê de şeş rêhevalên me ji bo ku dawî li paşverûtî û hovîtiya DAÎŞ'ê bînin, heta nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe dane û tevlî karwanên şehîdan bûne.

Di heman demê de îro em nasnameya du hevrêyên xwe yên bi nasnav Elefterya Tolhildan û Mazlum Dogan jî radigihînin ên ku di 19’ê Îlonê de li herêma Şêxler ya Kobanî di encamê qezayeke de gihiştine şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re dixwazin, soza xwe cardin nû dikin ku em ê şopdarê rêya wan bin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Aram Hesekê

Nav û Paşnav: Besam Xelef

Navê Dayikê: Subhe

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017, Dêrazor

***

Nasnav: Cûdî Botan

Nav û Paşnav: Rabîa Bûlûş

Navê Dayikê: Gulbihar

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Cizîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017, Dêrazor, Salihiyê

***

Nasnav: Dilyar Hesekê

Nav û Paşnav: Rakan El-Efîn

Navê Dayikê: Emşe

Navê Bav: Efîn

Cihê Jidayikbûnê: Şemûkê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017, Dêrazor

***

Nasnav: Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Hisên

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017, Dêrazor

***

Nasnav: Elefterya Tolhildan

Nav û Paşnav: Pewîn Ferho

Navê Dayikê: Ferha

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-9-2017, Kobanî, Şêxler

***

Nasnav: Firat Hesekê

Nav û Paşnav: Fuwaz Cewher

Navê Dayikê: Hemdê

Navê Bav: Hemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017, Dêrazor

***

Nasnav: Mazlum Dogan

Nav û Paşnav: Hecî Ehmed

Navê Dayikê: Islim

Navê Bav: Mustefa

Cihê Jidayikbûnê: Girê Sipî

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-9-2017, Kobanî, Şêxler

***

Nasnav: Rênas Hesekê

Nav û Paşnav: Riyad Ibrahîm

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017, Dêrazor