Nasnameya şehîdên Hesekê hate eşkerekirin
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku 11'ê Mijdarê li Hesekê di encama teqîna mayinê de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê şehîd bûn.
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku 11'ê Mijdarê li Hesekê di encama teqîna mayinê de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê şehîd bûn.
Federasyona Gaziyan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û herdû şehîd bibîr anîn.
Daxuyanî wiha ye:
"11’ê Mijdara 2024’an saet 11’ê şevê di encama teqîna mayinekê de 2 hevrêyên me yên gazî, egîdên çiyayî Hogir Amed û Serkêş Riha tevî hevalê xwe yê ajokar Hemze Serêkaniyê çavên xwe li jiyanê girt û gihaştin karwanê pakrewanên Kurdistanê yên pîroz.
Şehadeta van hevalan ji bo Tevgera Azadiyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê windahiyên pir mezin in. Bi salan bû, van hevalan di şerê li hember çeteyên tundrew ên DAIŞ’ê de şer kirin, ji bo parastina gelan di rêya azadiyê de meşiyan. Her sê hevalên me di encama îxbara sîxurên dewleta Tirk û çeteyan de gihiştin şehadetê.
Hevalê Serkêş Riha sala 2018’an de weke sekvanekî aktîf beşdarî şerê li Efrînê bû. Di şer de pir jîr û xwedî rol bû. Hevalê Serkêş ê li gundê Şêxurzê yê Efrînê birîndar bû, lingekî xwe ji dest da. Lê tevî vê jî bi salan di xebat û karên eskerî de cih girt û bû yek ji fermandarên QSD’ê. Hevalê Serkêş ê her çû xwe di bîrdozî û felsefeya Rêbertî de pêş xist, weke gaziyekî şer timî pêşengî ji bo hevalên xwe û şoreşê kir.
Hevalê Hogir Amed jî wek ciwanekî pir jîr û zana di nava malbatek welatparêz de li bajarê Amedê çavên xwe li dinyayê vekir û di temenekî pir ciwan de beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bû. Hevrê Hogir her di meydanên şer de cihê xwe girt û şerkerekî pir jêhatî bû. Hevalê Hogir di şerekî de ji nava xwe birîndar dibe û tevî rewşa xwe ya birîndariyê giran bû jî her di nava kar û xebatan de bû. Hevrê Hogir beriya çend mehan pêşniyar kiribû ku derbasî qadên şer bibe, lê ji ber tenduristiya wî dest nedida li cihê xwe û li ser erka xwe ya li navenda gaziyên bajarê Hesekê ma. Birayekî hevalê Hogir jî yek ji şehîdên azadiyê ye. Hevrê Hogir ê her kêliya jiyana xwe ji bo parastina nirxên şoreşê tevgeriya, ji hemû hevrêyên xwe re mînak bû. Serhildêrî û welatparêziya herêma Amedê timî di kesayet û têkoşîna xwe de nîşan dida. Weke şoreşgerekî Apoyî û gaziyekî şer ji bo parastina xak û gelên xwe têkoşîneke bi heybet meşand.
Em weke Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz didin ku em ê tola hevalên xwe rakin, têkoşîna wan heya serketinê berdewam bikin û sozdarê wan bikin.
Bi hurmet û minetdarî em bejna xwe li hemberî bîranîna şehîdên xwe ditewînin, sersaxiyê ji malbatên me yên hêja yên şehîd Hogir, şehîd Serkêş, şehîd Hemze û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin."