Nasnameya şehîdek hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Pelşîn Qamişlo şehîd bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Pelşîn Qamişlo şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endameke wan şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi serbilindî agahiya şehadeta endameke xwe ya leheng şehîd Mizgîn Kurdo radigihînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hewla têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê êrîşeke hovane li dijî Minbicê pêk anî. Di bersivdana êrîşên dijmin de hevrê Mizgîn Kurdo gihişt asta şehadetê.”
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Pelşîn Qamişlo
Nav û paşnav: Mizgîn Kurdo
Navê dayikê: Macîde
Nav bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Heleb-1999
Cih û dîroka tevlêbûnê: 13-09-2022
Cih û dîroka şehadetê: Minbicê-08.12.2024ˋan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê dide malbata şehîd Mizgîn û hevrêyên wê û tevahî gelê wê û soza dewamkirina têkoşînê didin.