YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 8 şervanên xwe yên di navbera 10-15'ê Îlonê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku şerê giran ê li Reqayê 100 roj li pey xwe hiştiye û piraniya bajêr di bin serweriya şervanan de ye.

Navendê diyar kir, heta niha bi deh hezaran sivîlên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin.

Navendê ragihand, li taxên ku hê jî çete lê ne şerekî giran dewam dike û bajar roj bi roj nêzîkî rizgariyê dibe.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li Reqayê di şerê dawî de heft hevrêyên me yên ji pêkhateyên Kurd û Eerb ên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Hevrêyê em Loren Hesekê (Macid El-Ekle) di 15'ê Îlonê de ji ber nexweşiyê li Hesekê jiyana xwe ji dest daye û tevlî şehîdên nemir bû."

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re xwest û destnîşan kir, ku ji bo bicihanîna armancên şehîdan ew ê timî li ser şopa wan bin.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 8 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bilal Silûk

Nav û Paşnav: Mihemed Elmidhî

Navê Dayikê: Inûd

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Silûk

Cih û Dîroka Şehadetê: 13-09-2017 Reqa

Nasnav: Ciger Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemmed Mihemmed

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Gundê Mişêrfê

Cih û Dîroka Şehadetê: 12-09-2017 Reqa

Nasnav: Ebû Emar

Nav û Paşnav: Samir El-Medfe

Navê Dayikê: Hûriye

Navê Bav: Muhyî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê El-Kesra

Cih û Dîroka Şehadetê: 10-09-2017 Reqa

Nasnav: Ebû Miyesîr

Nav û Paşnav: Mihemed Mihemed

Navê Dayikê: Vehîde

Navê Bav: Cûma

Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Spî

Cih û Dîroka Şehadetê: 14-09-2017 Reqa

Nasnav: Heqî Mebrûka

Nav û Paşnav: Ehmed Hecî Hemûd

Navê Dayikê: Eweş

Navê Bav: Ebûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazorê

Cih û Dîroka Şehadetê: 13-09-2017 Reqa

Nasnav: Lorens Hesekê

Nav û Paşnav: Macid El-Ekle

Navê Dayikê: Dile

Navê Bav: Mumerih

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 15-09-2017 Hesekê / Di Encama Nexweşiyê 

Nasnav: Seyîd Sifok

Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Sifok

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: 15-09-2017 Reqa

Nasnav: Zagros Dirbesiyê

Nav û Paşnav: Mehmûd Omer

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Newaf

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbesiye 

Cih û Dîroka Şehadetê: 12-09-2017 Reqa