Nasnameya 7 şehîdan hate eşkerekirin
YPG'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên di Pêngavên Bager Cizîrê û Rizgarkirina Reqayê de, di navbera 17-20'ê Îlonê de şehîd bûn, eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên di Pêngavên Bager Cizîrê û Rizgarkirina Reqayê de, di navbera 17-20'ê Îlonê de şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de bal hate kişandin ser pêşveçûna şervanên wan li Reqa û herêma Dêra Zorê û hat gotin, "Di navbera 17 û 20'ê Îlonê de 7 hevdrêyên me li Reqa û Bakurê Dêra Zorê şehîd bûn."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nava şehîdên Bagera Cizîrê de şehîd Xwînrêj Cûdî heye ku cihê xwe di nava yekîneya tenduristiyê ya YPG'ê de digirt. Di sihara 17'ê Îlonê de dema ku Xwînrêj û hevalên wî li bakurê Dêra Zorê bi hawara welatiyên sivîl ve diçûn ku zarokekî birîndar xilas bikin, maşîneya wan pê li mayina çeteyan kir. Di encama teqînê de hevrêyê me Xwînrêj şehîd bû."
YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê xwest û destnîşan kir, ku wê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dilbirîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Cidan Murad
Navê Dayikê: Zubeyde
Navê Bav: Cidan
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê
Nasnav: Heqî Hesekê
Nav û Paşnav: Yusif Silêman Ekla
Navê Dayikê: Hind
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Dêra Zor
Nav û Paşnav: Ismaîl Silêman
Navê Dayikê: Wedhe
Navê Bav: Yehya
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê
Nasnav: Serxwebûn Til Temir
Nav û Paşnav: Macid Hisên
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Omer
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017 Reqa
Nasnav: Seyîd Til Hemîs
Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Mihemed
Navê Dayikê: Wedhe
Navê Bav: Seyîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Reqa
Nasnav: Xelîl
Nav û Paşnav: Xelîl Kirow
Navê Dayikê: Xinse
Navê Bav: Qewas
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Reqa
Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Mahsun Neyman
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Mehmet Sait
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017 Dêra Zor.”