Nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin

QSD'ê nasnameya 6 şervanên xwe ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe û çekên xwe yên giran, balafirên şer, tank û topan bi pêş ve biçe, lê ji şervanên QSD'ê derbên giran dixwe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 6 şervanên wan ên bi lehengî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer kirin şehîd bûn û hat gotin, "Em soz didin ku li ser şopa şehîdan em ê herêma Efrînê ji êrîşên dagirkeriyê biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

OZKUR EFRIN

Navê tevgerî: Uzgûr Efrîn

Nav û paşnav: Îsa Erîk

Navê dayîkê: Helîma

Navê bav: Osman

Cih û dema şehadetê: Bilbilê (gundê Sarîncekê)-13′ê Sibata 2018′an

IEREŞ AMED

Navê tevgerî: Êrîş Amed

Nav û paşnav: Serwet Oz

Cih û dema şehadetê: Bilbilê-14′ê Sibata 2018′an

CUDI A MOHNOS

Navê tevgerî: Cûdî Amanos

Nav û paşnav: Ehmed Murad

Navê dayîkê: Leyla

Navê bav: Mustefa

Cihê jidayîkbûnê: Heleb

Cih û dema şehadetê: Raco-16′ê Sibata 2018′an

DILIL-GUDI

Navê tevgerî: Delîl Cûdî

Nav û paşnav: Delîl Bekir

Navê dayîkê: Welîde

Navê bav: Mihemed

Cih û dema şehadetê: Bilbilê-12′ê Sibata 2018′an

ROBAR

Navê tevgerî: Rûbar Korkmaz

Nav û paşnav: Hakan Tekîn

Cih û dema şehadetê: Raco (gundê Bilîlka)-10′ê Sibata 2018′an

MURAD-EFRIN

Navê tevgerî: Murad Efrîn

Nav û paşnav: Murad Bermecî

Navê dayîkê Meyasa

Navê bav: Ekaş

Cihê jidayîkbûnê: Efrîn

Cih û dema şehadetê: Şiyê (gundê Xelîl)-3′yê Sibata 2018′an