Nasnameya 4 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê li dem û cihên cuda, jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê li dem û cihên cuda, jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasanemay 3 şervanên YPG’ê û şervaneke YPJ’ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê diyar kir ku Pêngava Xezeba Firatê ya ku di demekî pir kurt de pêşketinên mezin bi dest xist, şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê bi biryardarî û seknekî berxwedêr têkoşîna xwe didomînin. Dema em operasyonên li herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê lê ne bigirin ber çavan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parstina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasina Jinê(YPJ) li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi taktîkên şer ên serkeftî û rêbazên nû çeteyan dişkînin û serkeftinên mezin bi dest dixe. Ya herî girîng jî bê ku dudilî bijî, ji bo yek armancê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê dikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi ruhê fedayane şehîd dikeve. Ev têkoşîn, têkoşînekî ya çanada ku bi salan e ji berxwedanê tê.
Navenda YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de têkildarî şervanan ev agahî da:
“Hevalên me Firat, Mijdar, Serhat û Zana yên ku bûne şopdarê vê çandê û di dîrokên cuda de şehîd bûne , bi berxwedana li Tebqa û Reqayê dayîn kirin, bi berû pêşçûna navenda Reqayê ve bûne xwedî girîngiyekî mezin.
Weke YPG û YPJ’ê em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînîn, ruhê berxwedanê yên ku xwîn û canê xwe dêde dane em ê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Firat Mazlûm Gever
Nasnav: Firat Mazlûm Gever
Nav û Paşnav: Velî Avcî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xirbet Xande /Reqa- 11’ê Gulana 2017
Mijdar
Nasnav: Mijdar
Nav û Paşnav: Dîlan Bîngol
Navê Dayikê: Mencî
Navê Bav: Halîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Fitêç /Reqa -16’ê Gulana 2017
Serhed Agirî
Nasnav: Serhed Agirî
Nav û Paşnav: Agit Taşarsû
Navê Dayikê: Îpek
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa /2’ê Nîsana 2017
Zana dalaho
Nasnav: Zana Dalaho
Nav û Paşnav: Osman Mihemedî
Navê Dayikê: Fanos
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa /14’ê Gulana 2017