Nasnameya 3 şehîdên Til Temirê hate eşkerekirin

Di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûbûn. Nasnameya sê şehîdên Til Temirê hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 3 şervanên xwe de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bisekinin û berxwedaneke bêhempa li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk raber bikin. Hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk tu ferqê naxe navbera zarok, jin û kal û pîran; û malan bi çekên giran û qedexekirî dike hedef û tevahî peymanên navneteweyî binpê dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên QSD’ê yên ku li ser bingeha parastina herêmê xwe bi rêxistin kirine, dê bersiva hemû êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin.

QSD di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di 13'ê Kanûna 2021'an di encama êrişên dagirkeriyê yên li ser bakurê Til Temirê de 3 şervanên me piştî ku bi lehengane li ber xwe dan, şehîd bûn."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê şoreşgerî: Cîhad Kobanê

Nav û paşnav: Cîhad Hesen

Navê dayikê: Ferîde

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

*****

Navê şoreşgerî: Diyar Kesk

Nav û paşnav: Yasîn Eksî

Navê dayikê: Gurbet

Navê bav: Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

*****

Navê şoreşgerî: Fedekar Kurdistan

Nav û paşnav: Eqîl Reşo

Navê dayikê: Zelûx

Navê bav: Henan

Cih û dîroka şehadetê: Bakurê Til Temirê, 13'ê Kanûna 2021'an

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku wê armanca şehîdan pêk bînin.