Nasnameya 2 şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di 2 bûyerên cuda li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şervanê wan Ukaş Ebû Hemam (Elî Kamil El Elî) ji hêla kesên nenas ve li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê hate gulebarankirin û şehîd bû, her wiha şervanê Hêzên Komandos Zagros (Mistefa Ehmed Yûsiv) di qezayeke şaş a çekê de şehîd bû.

QSDˊê sersaxî da malbatên her du şehîdan û diyar kir ku ew ê rêça wan bişopînin.

Agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Ukaş Ebû Hemam
Nav û paşnav: Elî Kamil El Elî
Navê dayikê: Malîke
Navê bav: Kamil
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Ebû Hemam/2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Xeranîc-21ˊê Adara 2024ˊan.

Navê tevgerî: Zagros
Nav û paşnav: Mistefa Ehmed Yûsiv
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Sor-18ˊê Adara 2024ˊan.