Nasnameya 10 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin eşkerekirin

YPG’ê nasnameya 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûne eşkere kirin.

Navnenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên YPG/YPJ’ê ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.

Daxuyniya ku li ser malpera YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya bi armanca dagirkirina Efrînê ku 20 Çileya 2018’an bi hezaran çeteyên El Qaîde û teknolojiya herî pêşketî yê şer dabû destpê kirin bi şêweyên cuda didome, li hember vê berxwedana ku hatibû destpê kirin jî tê domandin. Li hember êrîşên dewleta dagirker ji alî hêzên me ve bi berxwedaneke bi heybet bersiv hate dayîn, di vê wateyê de Berxwedana Serdemê di hundirê Kantona Efrînê de bênavber berdewam dike.

Bi vê berxwedana ku li hember teknolojiya herî pêşketî hate raberkirin hêzên me hêza vîna mirov îspat kirin, bi vî awayî bi çeka xwe ya herî mezin, bi vîna xwe bê tereddud li hember dagirkeriyê sekinîn. 10 rêhevalên me yên ku em îro agahiyên nasnameyên wan bi raya giştî re parve dikin, weke gelek hevrêyên me yên nemir, destanên berxwedanê nivîsandin û ji pêşeroja welatê xwe re mîrateyên bi heybet yên berxwedanê kirin diyarî.

Em weke YPG û YPJ di şexsê van rêhevalên xwe de hemû şehîdên xwe yên berxwedêr bibîr tînin. Di serî de ji malbatê wan re ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Adil Amed

Nav û Paşnav: Sadik Soygikan

Navê Dayikê: Mûrwet

Navê Bav: Reşîd

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê - Gundê Dêwa / 12’ê  Sibata 2018’an

***

Nasnav: Bager Firat

Nav û Paşnav: Ûmît Garli

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Abît

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Mabeta - Gundê Şêxutka / 14’ê  Adara 2018’an

***

Nasnav: Bêrîtan Gabar

Nav û Paşnav: Hena Elûş

Navê Dayikê: Wefa

Navê Bav: Selîm

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco - Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Esra Egîd

Nav û Paşnav: Hemîde Ertuç

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Abdulkerîm

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 15’ê  Adara 2018’an

***

Nasnav: Evrîm Amed

Nav û Paşnav: Nurten Varan

Navê Dayikê: Hûlya

Navê Bav: Necat

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 6’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Lîlav Kurtalan

Nav û Paşnav: Dîlan Ozmen

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Silêman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rûstem Cûdî

Nav û Paşnav: Ferhan Nasir

Navê Dayikê: Radiya

Navê Bav: Hisên

Cihê Jidayikbûnê: Minbic

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Mabeta - Gundê Bedîna / 3’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Sozdar Kobanê

Nav û Paşnav: Cîhan Kirbaka

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Hekem

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Derwîş / 5’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Tekoşîn Tolhildan

Nav û Paşnav: Sultan Aybak

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Haci

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê - Girê Kefersefrê / 10’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Vejîn Azad Gabar

Nav û Paşnav: Bahar Dayan

Navê Dayikê: Sekna

Navê Bav: Hesen

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 8’ê Adara 2018’an