Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum, êrîşên hemwext ên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê ji ANF'ê re nirxand.
Muslim bal kişand li ser êrîşên hemwext ên piştî têkbirina DAIŞ’ê li Hesekê û wiha got: “Êrîşên hemwext ên dewleta Tirk ên danê êvarê ji Efrînê heta Dêrîkê, ji Şengalê heta Mexmûrê pêk anîn, ji ber hêviyên wan ji DAIŞ hatin şikandin. Ev ne cara yekem e ku beriya ku DAIŞ hat şikandin, van êrîşan pêk tînin. Dema DAIŞ ji Kobanê hat derxistin êrîş kirin. Ji ber ku DAIŞ têk diçe, dewleta Tirk dikeve dewrê û êrîşên xwe zêde dike. Tu wateyek din a van êrîşan tuneye.“
Muslim diyar kir ku gelê Kurd li dijî van êrîşan bêdeng namîne û ev peyam da:
“Divê gelê me li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide. Wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd bersiva pêwîst bidin van êrîşan.“