Mûnzûr: Bi tecrîdê nikarin îradeya Kurdan bişikînin

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr got, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin hewl dibin bi sîstema tecrîdê û êrişan îradeya gelê Kurd bişikînin û destnîşan kir kir ku nikaribin encamê bi dest bixin.

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr got, "Rêber Apo kilîda çareserî, aştî û demokrasiyê ye" û destnîşan kir ku ji ber vê yekê gelên Sûriyeyê çalakiyan dike.

Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li temamiya Sûriyeyê, li welatên Ereb û çar aliyên cîhanê ji karên dîplomatîk re pêşengiyê dike. Însiyatîfa ku li bajarên Heleb, Minbic, Dêra Zor, Hesekê û Qamişloyê navendên xwe hene, karên xwe bi du awayî dimeşîne. Ji aliyekî ve fikir û felsefeya Abdullah Ocalan belav dikin, li aliyê din jî ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Ocalan mohra xwe datîne binê gelek karên girîng.

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr anî ziman ku dewleta Tirk li gel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê êrişên giran dike û got, "Tecrîda li ser Rêber Apo bi binpêkirina her cûre pênaînan tê kirin. Mafê her kesên zindanîkirî heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Dewleta Tirk vî mafî desteser dike. Ev yek pêwendiya xwe bi nêzîkatiya dewleta Tirk a li pirsgirêka Kurd heye. Eger bi rengekî rast nêzîk bibûya û çareserî bixwasta, di nêzîkatiya li Rêber Apo de jî wê guhertineke bingehîn bibûya."

JI BER KU NIKARIN BERXWEDANÊ BIŞIKÎNIN

Mûnzûr diyar kir, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin dixwazin bi sîstema tecrîdê û êrişan îradeya gelê Kurd û şervanên azadiyê bişikînin û wiha dewam kir, "Berxwedana li Îmraliyê gelekî bi wate ye. Bandor û çirûska vê berxwedanê bandoreke kûr li gel dike. Ji ber vê yekê jî siyaseta înkar û îmhayê dimeşînin. Bêguman ev siyaset û binpêkirin bi ser nakevin. Bi vê siyaseta qirêj nikarin îradeya gelê Kurd bişikînin. Bi van êrişan wê nikaribin encamê bi dest bixin.

HER KES LI BER XWE DIDIN

Mûnzûr got, "Rêber Apo kilîda çareserî, aştî û demokrasiyê ye. Her kes divê vê bibîne" û wiha dewam kir, "Peyamên ji Îmraliyê tên ji bo aştî, lihevkirin, çareserî û demokrasiyê ne. Yên ku demokrasiyê ji bo xwe metirsîdar dibînin, ji van peyaman ditirsin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan e. Li temamiya Sûriyeyê, hezkirineke gelekî mezin ji bo Rêber Abdullah Ocalan heye. Her beşên civakê li qadan e, çalakiyan dikin."