MSD: Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî divê bikevin nava tevgerê

MSD a ku bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk a li Efrînê lenet kir, bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyawî divê bikevin nava tevgerê.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî ya di qada navneteweyî de qedexe û êrîşên dewleta Tirk a hovane ya li ser Efrînê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê ya li Meclîsa Girê Spî ya navçeyê hate lidarxistin, gelek rojnamevan şopand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Piştî ku artêşa Tirk di nava 28 rojan de têk çû û di encama berxwedana hêzên me û piştgiriya gel nikarîbû armanca xwe ya dagirkirina Efrînê pêk bînin, di demên dawî de çekên di qadên navdewletî de qedexekirî bikar anîn. Ev kiryareke din a xeter ku li sûcên wan ên hovane zêde dibe.

Di dîroka 16’ê Sibatê de gundên Erindê ya Efrînê bi çekên giran hate topbarankirin. Di encamê de hin welatiyên li cihê topbaranê bûn fetisîn û ew rakirin nexweşxaneyê. Di encama lêkolînên taybet de diyar bû ku welatî bi gaza Kilorê jehrî bûne. Rewşa 4 welatiyên sivîl xeter e.

Gaza Kilor li gorî belgeya Lahaî ya sala 1899’an û Birotokola Cinêvê ya sala 1925’an ku rêbaza şer diyar kir û li ser aliyên şer qedexe kir ku rêbazan binpê bikin, heman demê di peymana navber Birîtaniya, Rûsiya û Amarîka de ku 10’ê Nîsana 1972’an hate îmzekirin. Di heman demê de itîfaqa derbarê qedexekirina bikaranîna çekên kîmyawî di sala 1997’an de fermî ket meriyetê û wekî binpêkirina mafê mirovan di madeya 6’an a peymana navdewletî ya ji bo parstina mafê sivîlan û siyasetmedaran ku di sala 1966’an de hate imzekirin.

Em weke MSD’ê, êrîşa artêşa Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gelê me û êrîşên wî bi tundî şermezar û nelet dikin. Em ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî dixwazin ku komîteyek ava bike û di zûtirîn dem de bişîne Efrînê, da ku derbarê bikaranîna gaza Kilor a jehrî ku di qadên navdewletî de hatiye qedexekirin, lêpirsînê bidest destpêkirin.

Di heman demê de em bang li aliyên navdewletî yên têkildar, di serî de Meclîsa Mafê Mirovan a NY û Dewletaên Konseya Ewlekariyê dikin ku helwesta xwe ya derbarê kiriyarên artêşa Tirk û bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî gelê me helwesta xwe nîşan bidin. Em ji wan dixwazin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û di zûtirîn dem de li dijî êrîşa hovane ku li dijî gelê Efrînê û gundên wê pêk tê rawestîn in.”