MSD: Ji dagirkeriyê Rûsya û hikûmeta Şamê berpirsin

MSD a têkildarî salvegera dagirkerina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek da û bal kişand ku berspirsên dagirkeriyê Rûsya û hikûmeta Şamê ye.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 3’yemîn a êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Sibe 20’ê Çileyê, salavegera 3’yemîn a destpêkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê ye. Şêniyên Efrînê berxwedaneke 58 rojan li dijî çekên herî pêşketî yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da.

Dewleta Tirk, dewleteke ewlehî û aramiya herêmê têk dibe, bi rêya dagirina xaka Sûriyê û bi hedefa berferkirina dagirkeriyê û vejandina împratoriya Osmanî qanûnên navneteweyî binpê kirin. Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kiriye ve, sûcên dermirovî pêk tînin, 300 hezar şênî ji xak û warên xwe koçber bûn. Li şûna wan malbatên çeteyan bicih kirin, da ku demografiya herêmê biguhere.

Em MSD’ê, hikûmeta Şamê û Rûsya berpirsê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve dibînin. Em ji şêniyên Efrînê re, piştrast dikin ku yekemîn xebata me ew e ku Efrînê rizgar bikin, şênî bi ewle vegerin, destwerdêran derxin û dîmenên Tirkkirinê li Sûriyê têk bibin. Her wiha bang li NY’yê û Konseya Ewlehiya Navneteweyî dikin ku komîteyên taybet ava bikin ku erka wan belgekirina rastiyan û lêpirsîna sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê dikin û pêşkêş edaletê bikin û muhasebe bikin.

Em ji raya giştî ya Sûriyê re piştrast dikin ku, doza Efrînê ne tenê li ser mile kesekî ye, lê belê dozeke nîştimanî ye û erka rizgarkirina wê li ser mile tevahî sûriyan e. Li aliyekî din jî dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re, krîz kûrtir kir û bandoreke mezin li muzaîka nîştimanî ya Sûriyê kir. Bi wê re eşkere dikin ku çareya krîza Sûriyê, bi rêya hevgirtina sûriyan û yekkirina hêzên xwe li hember dagirkerî, teror û destpotiyê ye, da ku Sûriyeke demokrat, pirrengî û nenavendî ava bikin."