MSD: Em piştgiriyê didin gelên Îranê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku ew destekê didin raperîna gelên Îranê.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin "Hovîtiya rejîma diktator a Îranê û kûrbûna krîza aborî bû sedema belavbûna xizaniyê. Li hemberî van polîtîkeyan bi hezaran kes daketin qadan û banga hilweşandina rejîma molayan kir. Li dijî xwepêşandanên gel tundî hate kirin, di encamê de sivîl şehîd bûn û bi sedan jî hatin girtin. Rejîma desthilatdar bi navê ol û neteweyê vîna gelên azad têk dibe.

Em wekî Meclîsa Sûriyeye Demokratîk piştgiriyê didin serhildana aştiyane ya gel û daxwazên wan ên ji bo azadî û demokrasiyê.

Gelê Îranê bi hemû pêkhateyên xwe, ji hemû ol, mezheb û neteweyan karîbûn şaristaniya herêmê dewlemend bikin û jî cîhanê re xwe hebûna xwe îsbat bike.

Rola neyinî ya rejîma Îranê li hember daxwazin gel, her wiha di beşdarbûna wan a di şerê li Sûriyeyê li gel rejîmê, aloziya hundirîn kûrtir kir û ji ber vê yekê hêrsa li hember wê zêdetir bû.

Cardin em piştgiriya xwe bi daxwazin gelên Îranê û hemû gelên azadîxwaz nîşan didin. Rojhilata Navîn yekîtiyeke dîrokî, çandî, aborî ye, nayê parçekirin. Êşa gelê wê  êşa me ye û azadiya wê azadiya me ye."