MSD’ê li Siwêdayê serdana şêxê Durziyan kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Siwêdayê serdana Şêx Hikmet El Hicrî ku yek ji rewşenbîrên gelê Durzî ye, kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Siwêdayê serdana Şêx Hikmet El Hicrî ku yek ji rewşenbîrên gelê Durzî ye, kir.
Şandeyeke MSD’ê bi serokatiya hevseroka meclisê Leyla Qereman, serdana serokê taîfeya durziyan a li Siwêdayê Şêx Hikmet El Hicrî kir.
Şandeya MSD’ê ji cîgirê hevserokatiya meclisê Elî Rehmûn, endama Buroya Jinan Janda Remo, sekreterê giştî yê Partiya Lihevkirina Demokratîk a Kurd Fewzî Şengalî û endamên Desteya Siyasî ya Karên Nîştimanî û Demokratîk pêk dihat.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina rêjîma Baasê hate gotûbêjkirin. Beşdaran behsa rewşa aloz a welêt û zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê dikişîne kir.
Beşdaran teqezî li ser girîngiya parastina aştiya sivîl û pêşîgirtina ku tundiyê û şer kir. Her wiha teqezî li ser girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê kir.
Beşdaran ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek modeleke nenavendîbûnê nirxand û diyar kir ku ev nimûne dikare bibe bingeha avakirina Sûriyeya siberojê ku nûneratiyeke dadmend û berfireh ji bo hemû herêm û pêkhateyan pêk bîne.
Her wiha teqezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê û xebatên ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh de hate kirin.
Di dawiya hevdîtinê de beşdaran girîngiya yekitiya nîştimanî û peydakirina çareseriyên siyasî yên ku daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, anîn ziman.