MSD’ê li Kobanê civînek li dar xist

Ji ber gefên ku dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe Meclîsa Sûriyeyê ya Demokrat li Kobanê bi siyasetmedar, şêxên eşîran û saziyên Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, şêxên eşîran û pêkhateyên Kurd û Ereban di civînê de amade bûn. Civîn li ser rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin û di civînê de êrîş û gefên dewleta Tirk jî hate nîqaşkirin.

Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Hesen Mihemed Elî axivî û got “Hinek kes dixwazin nakokiyan çêbikin û Rêveberiya Xweser qels bikin. Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî wan bidomînin. Dema em li rewşa cîhanê jî dinihêrin, em dibînin ku gelek welat ketine rewşa ku êdî nikarin xwe bi rê ve bibin. Rewşa me jî di sînorê hebûn û tunebûnê de ye. Ji bo em bigihêjin armanca xwe, divê em têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Hesen diyar kir ku projeya dewleta Tirk ev e ku Osmaniyan ji nû ve zindî bike û got “Divê em teslîmî wan nebin.”

Di civînê de hate diyarkirin ku divê li hemberî şerê taybet û koçberiya ciwanan têkoşîn were xurtkirin û hate xwestin Rêveberiya Xweser pêşiya koçberiya ciwanan bigire.