MSD: Êrîşên Tirkiyê hêviyan ji bo çareseriya li Sûriyeyê nahêle

Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) diyar kir ku dewleta Tirk rûxmê lihevkirina agirbestê jî êrîşan dike û hişyarî da ku hetanî ev êrîş ne rawestin wê hêviyên çareseriyê yên li Sûriyê ne mîne.

Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) têkildarî êrîşên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. MSD'ê diyar kir ku mafê QSD'ê ye serdestiya Sûriyê biparêze û nehêle dewleta Tirk herêmê dagir bike.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmên ewle yên navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kirine.

Ev tevgerên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, tevî peymana agirbestê yên li herêmê Hêzên Sûriya Demokratîk a bi Rûsyaya ya garantor û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re pêk tên.

Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, di demekê de êrîşên dijminane şermezar dikin, tevahî hêzên cîhanî jî di nav de Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hişyar dikin ku ev êrîş heger neyên rawestandin dê tevahî hêvî û hewldanên navneteweyî yên bidawîkirina şerê li Sûriyê û pêkanîna çareseriya siyasî li welat a li gorî biryarên rewa yên navneteweyî di serî de wê biryara 2254 têk bibe.

Dewleta Tirk careke din îsbat dike ku dewleteke rêzê ji pîvan û peyamên ku bi xwe pejirandine re nagire û careke din teqez dike ku ew di pêkanîna xewna xwe ya zindîkirina împratoriya Osmanî ya di rêya dagirkirina herêmên Sûriyê de berdewam e.

Em Meclîsa Sûriye ya Demokratîk teqez dikin ku mafê parastina rewa ya Hêzên Sûriya Demorkatîk heye ku serdestiya Sûriyê biparêze û nehêle xaka wê ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin.

Em bang li Rûsyaya federal û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dikin ku dimildest van êrîşên dijminane yên Tirkiyê rawestînin û sînorekî ji binpêkirinên wê yên domdar ên li dijî qanûnên navneteweyî re deynin. Her wiha em bang li tevahî Sûriyan dikin ku li hemberî dagirkeriyê rawestin, ji ber ku ev pêvajo ezmûneke niştimanî Sûrî ye."