MSD: Êrîşa li Moskowayê nîşan dide ku gefa DAÎŞ’ê dewam dike

MSD'ê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Moskowayê sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest û got, "Asta vê êrîşê careke din îsbat dike ku hêza terorîstan a ji bo mayînê hîna heye û gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwin."

Daxuyaniya MSD'ê ya ji bo Moskovayê

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji ber êrîşa duh a li Moskowê peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de êrîşa li Moskowê bi tundî hat şermezarkirin û sersaxî ji Federasyona Rûsyayê, gelê wê û malbatên qurbaniyan re hate xwestin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Asta vê êrîşê careke din îsbat dike ku hêza terorîstan a ji bo mayînê hîna heye û gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwin."
Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin qurbaniyên vê êrîşê û ji bo pêkanîna ewlehiyeke mayînde, ji bo bidawîkirina şer li cîhanê xebateke hevpar pêk bînin. Her wiha hate gotin: "Rûsya û tevahî gelên cîhanî layîq in ku bi ewlehî û aştî bijîn."