MLKP’ê nasnameya şehîdên xwe yên li Efrînê eşkere kirin

MLKP/Rojava, nasnameya 3 şervanên xwe yên li Efrînê şehîd bibûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanan ji bo azadî û rûmetê dîrok nivîsandine.

MLKP/Rojava têkildarî şervanên xwe yên bi navê Ruhat Aşkara, Erdal Demîrhan û Sedat Akyuz daxuyaniyek da û nasnameyên wan eşkere kir.

‘DÎROK NIVÎSANDIN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li Efrînê ji bo azadî û rûmetê bi rojan in li dijî arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin û got: “Efrîn li dijî artêşa duyemîn a herî mezin a NATO’yê dîrokê dinivîse. Hezên QSD, YPG, YPJ, MLKP û hêzên şoreşger ên enternasyonalîst ên Tirkiyeyî mil bi mil li dijî êrîşên elçaq, ala rûmet û azadiyê bilind kirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi rojan e gelê Efrînê li dijî êrîş, tank, topan li ber xwe dide. Her wiha artêşa Tirk û dagirker ji roja destpêkê heta niha gel, jin, zarokan dikin hedef. Hevrêyên me Ruhat Aşkara, Erdal Demîrhan û Sedat Akyuz ên ji roja destpêka berxwedanê ve cihê xwe li eniyên şer girtin, di dîrokên cuda de ala bêmiriniyê li ba kirine.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya şehîdên MLKP/Rojava wiha ye:

Nasnav: Tîrêj Elîşêr

Nav û Paşnav: Ruhat Aşkara

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Gazîosmanpaşa/ Stenbol

Dîroka Jidayikbûnê: 20’ê Mijdarê 1996

Dîroka Tevlîbûna Partiyê: Tebaxa 2013

Dîroka Derbasbûna Rojava: Tîrmeha 2015

Dîroka Şehadetê:  Girê Kevirê Ker Raco/ 27'ê Çileya 2018

***

Nasnav: Ozgur Avaronî

Nav û Paşnav: Erdal Demîrhan

Navê Dayikê: Guller

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Yozgat 09’ê Îlona 1979

Dîroka derbasbûna Rojava: 14’ê Sibata 2016

Dîroka Şehadetê: 2’ê Adara 2018

***

Nasnav: Zeynel Seyîid Riza

Nav û Paşnav: Sedat Akyuz

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Huseyîn

Cih û Dîrika Jidayikbûnê : Dîlok/22-08-1972

Dîroka derbasbûna Rojava: 4’ê Mijdara 2015

Dîroka Şehadetê: 2’ê Adara2018