Mîtînga Azadiyê: Her cih bû qada berxwedanê

Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêber xwe, ji bo şikandina tecrîdê ruhê xwe yê berxwedanê li her qadê nîşan da.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi dirûşma 'Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê li hev dicivin' hate lidarxistin, gel li Amedê li hev civiya. Di serî de Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Edene û Mersînê ji hemû bajarên Kurdistanê û Amedê girseya gel bi rê ket û berê xwe da Amedê. Li hemberî astengiyên li ser rê gel li ber xwe da û çalakiya rûniştinê kir.

Beriya mîtîngê kolanên Amedê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, hemû rêyên ber bi Qada Stasyonê ve hatin girtin. Bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê astengî li pêşiya girseya gel hate danîn. Girse jî ji sê baskan ve li ber Lîseya Bîrlîk a li Rezanê, Eskî Hal a Sûrê û AZC Plaza ya li Yenîşehîrê li hev kom bû. Li hemberî dorpêça polîsan bi hezaran kes ji sê baskan ve çalakî kirin û dirûşmên 'Bijî Berxwedana Zindanan', 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin', 'Li dijî faşîzmê mil bi mil' qîriya. Li ber AZC Plazayê li gel Hevseroka Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê bi hezaran kes li hev kom bûn.

RUHÊ BERXWEDANÊ Û CIWANTIYÊ

Ji deverên cuda yên bajêr ber bi AZC Plazayê çalakgeran dest bi meşê kirin. Li hemberî qedexe, astengî û hiqûqa dijmin, bajar veguherî çepera berxwedanê. Li her kolaneke Amedê şopa berxwedana bi heybet hebû. Hest û berxwedana her dirûşmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêber xwe, ji bo şikandina tecrîdê ruhê xwe yê berxwedanê li her qadê nîşan da. Bi taybetî ciwanan li hemberî qedexeyê dirûşma 'Li hundir û derve em ê tecrîdê bişikînin' bilind kirin.

Çîreokeke heqîqetê ya vê berxwedanê heye. Ev heqîqet dema ku mijar dibe Rêberê Kurdan nîqaş dide ku her qad dibe qada têkoşînê. Gelê Kurd careke din bi dirûşma 'Ciwan fedaiyên Apo ne' nîşan da ku xwedî li Rêberê xwe û berxwedana xwe derdikeve. Ji aliyekî ve hêzên ewlekariyê yên ku bi hiqûqa dijminatiyê radibûn bi binçavkirinê gef li girseya gel dixwarin, li aliyê din jî mîna li her qadê dayikên ku yekane daxwaza xwe aştî bû bi tilîlî û dirûşman ruhê xwe yê berxwedanê nîşan didan. Mîtîng hate qedexekirin lê belê nekarîn îrade û berxwedana gel qedexe bikin. Gelê Kurd her qad veguheran qada mîtîngê.

DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO' BÛ BERSIVEK LI HEMÛ ASTENGIYAN

Li ber AZC Plazayê jinan pankarta bi nivîsa 'Jin dimeşin, tecrîd dişikê' hildan û xwestin pankart bê desteserkirin. Jinan ji bo pankartê nedin li ber xwe dan û bi hinceta 'propaganda' kirine der heqê jinan de rapor hate amadekirin. Jinan nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan û gotin, 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'. Li hemberî anonsa polîsan a li dijî girseya gel, bi dirûşma 'Em ê li hundir û derve tecrîdê parçe bikin' û bi çepikan dorpêça polîsan hate şermezarkirin.

Piştî ku hevserok û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ketin nava qadê, girseya gel dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî' qîriyan. Li hemberî hemû anonsên polîsan girseya gel tim û tim dirûşma 'Zext nikarin bi me' qîriya.

Bi demê re girseya gel a ji deverên cuda yên bajêr xwe gihand ber AZC Plazayê dirûşmên 'Gerîla dimeşe, erd û ezman diheje', 'Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav', 'Bijî Serok Apo' qîriya. Li hemberî anons û gefa binçavkirinê girseya gel bi gotina 'Bi hezaran girtî û binçavkiriyên me hene, hûn kê ditirsînin?' bersiv da. Girseya gel piştre wêneyê Abdullah Ocalan ê li ser rojnameyê hilda. her wiha bi çepikan piştgirî ji vê helwestê re hate nîşandan.

SEKNA BI BIRYAR A GEL

Piştî berxwedana ku bi saetan dewam kir, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyanî da û got, "Pirsgirêka Kurd ew pirsgirêk e ku tê înkarkirin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ewlekariyê nîne, pirsgirêka statu û azadiyê ye. Kî wê çareser bike? Adresek li Tirkiyeyê, li Ewropayê heye? Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd muxatab Birêz Ocalan e. Ji fikir û projeyên Birêz Ocalan netirsin." Girseya gel jî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' bersiv da van gotinan. Polîsan jî tim û tim hewl didan gotinên siyasetmedaran bibirin.

Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li Amedê re careke din raxist pêş çavan ku tecrîd û komploya navneteweyî têk çûye.