Xwediyên Xelata Aboriyê ya Nobelê diyar bû

Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson îsal hêjayî Xelata Aboriyê ya Nobelê hatin dîtin.

Hersê aborînasan ji ber karê xwe yê li ser pêşketina hatineyê û cihê saziyan di nava bazara kar de hêjayî Xelata Nobelê ya Aboriyê hatin dîtin.

Xelata Aboriyê ya Nobelê îsal ji aborînas Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson re hate dayin.

Akademiya Zanistên Kraliyetê ya Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber karên li ser mijara 'sazî çawa ava bûne û bandoreke çawa li aramiyê dike' ji hersê aborînasan re hatiye dayin.

Di daxuyaniyê de ji bo kesên hêjayî xelatê hatin dîtîn, hate gotin, "Ji bo aramiya welatekî girîngiya saziyên civakî destnîşan kirin. Civakên ku serweriya hiqûqê lê nîne û sazî talanê li ser gel dikin, nikarin mezin bibin an jî guhertineke erênî pêk bînin. Lêkolînên xwediyên xelatê ji me re dibe alîkar ku em sedema vê yekê fêhm bikin."

Xelatên fîzîkî û kîmyayê yên îsal ji hişê çêkirî û xelata aştiyê jî ji saziyeke Japon a li dijî çekên nukleerê hate dayin.

Nivîskara Koreya başûr Han Kan jî hêjayî xelata wêjeyê hate dîtin.

Xelata tipê ji Ambros û Ruvkun ên Amerîkî re hate dayin ku bi karê xwe yê li ser pergala gen xelat wergirtin.