NY’ê ji bo pêşîgirtina şerê herêmî banga agirbesteke lezgînî kir

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo  pêşî li şerekî berfireh ê herêmî bigire, banga agirbesta lezgînî ji bo Lubnan û Filistînê kir.

Filippo Grandî yê ku di vekirina Civîna Lijneya Rêveber a salane ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de axivî, got: “Rêya tekane ya ku pêşiya çerxa tundî, nefret û bêbextiyê bigire agirbesteke bi aştiya watedar were piştigirî kirine.

Rayedarê payebilind ê NY’ê tekez kir ku tenê agirbest dikare pêşî li "şerekî herêmî yê mezin bigire". 

Piştî pevçûnên bi mehan ên li ser sînorî di navbera Îsraîl û tevgera Hizbûllah a hevalbenda Hemas a Filistînî de, artêşa Îsraîlê di 23’yê Îlonê de êrîşên hewayî li Lubnanê zêde kirin û di 30’ê Îlonê de dest bi operasyonên bejayî kir.

Li Lubnanê ji 23’ê Îlonê û vir ve zêdeyî 1300 kes hatine kuştin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî heta niha zêdetirî milyonek kes ji neçarî Lubnanê terikandin. Ev jî tê wateya ku ji şeş kesan yek zûdetir welatê xwe terikandiye.
Grandî got. "We dîmen dîtin û hejmar jî bihîstin: ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê bi sed hezaran kes li Lubnanê ji cih û warên xwe bûn.” 

Grandî xemgîniya xwe anî ziman ku "carek din, cudahiya di navbera sivîl û şervanan de hema hema ji holê rabû."

Komîseriya Bilind êrîşên li ser xebatkarên alîkariyê şermezar kir lê piştrast kir ku Neteweyên Yekbûyî wê li qadê bimîne.

Komîseriya Bilind di bîranîna xebatkarên UNHCR'ê yên ku meha borî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li Lubnanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr xist ku ji şerê li Xezeyê heta niha 226 kesên ku di Ajansa Penaberan a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (Unrwa) de dixebitin jiyana xwe ji dest dane.