Mirov ku li qûntarên Çiyayê Cûdî zarok be

Zarokên Dêrika pişta wê li Çiyayê Cûdî û gundên derdorê bi hunerê re hevnas bûn. Kampa Newrozê, Besta Sûs û gundê Tebkê, navendên çandê yên Rimêlan û Dêrikê bi lîstikên şanoyî ku amade kirin, bala her kesî bir ser xwe.

Salvegera yekemîn a şehîdên Til Temirê, zarokên Rojava ji bo bibîranîna hevalên xwe yên hatine qetilkirin, bi çalakiyên ku kirin bersiva herî xurt a li dijî faşîzmê da. Bi sedan zarok li ser dikê, bi hezaran zarok li salon, gund û kuçeyan tev li çalakiyên hunerî bûn.

ŞEHÎDÊN TIL TEMIRÊ HATIN BIBÎRANÎN

Projeya şanoya zarokan, diyarî pênc zarokên keç hat kirin ku 18’ê Tebaxa sala 2022’yan di êrîşa dewleta Tirk de li gundê Şemoqa yê Til Temirê hatin qetilkirin. Silava Remezan ku ji wan pênc zarokan bû, di êrîşê de bi xedarî birîndar bû û 1’ê Îlonê bû şehîd. Silava Remezan, di fîlmê bi navê Çîrokên Bajarên Wêrankirî de ku li ser Şengal, Kobanê û Cezayê dihat çêkirin, wek lîstikvan cih di nav beşa Kobanê de girt.

BI RUHEKÊ HEVPAR XEBAT HAT KIRIN

Bi koordînasyona Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çandê ya Jinan Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan Şilêr projeya şanoya zarokan bi lîstikên xwe derket ser dikê.

Zarokan meha Gulanê dest bi perwerdehî û provayê kir, 5’ê Tebaxê li Rimêlanê, 8’ê Tebaxê li Kampa Newrozê, 9’ê Tebaxê li saziya Pargînê derketin ser dikê. Bi hezaran zarokan li lîstikan temaşe kir.

Projeya şanoya zarokan ku bi dirûşmeya “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” çalakiyan li dar dixe, wê armanc ew e ku li dijî polîtîkayên birçîkirin, xizanî û şer ji bo zarokan dinyayeke azad ava bike. Bi projeyê zarok hêj ji piçûkahiya xwe ve hunerê nas dikin, di avakirina civakî ya piştî Şoreşa Rojava de, kesên asoberfereh û hêvîdar tên afirandin.

CIH DI SALONÊ DE NEMA

Li Rimêlanê 4 lîstik hatin lîstin. Koma Ava Mezin lîstika Rovî û Pîrê, Koma Faraşîn lîstika Mişk û Şêr, Koma Yekta lîstika Sê Bira û Koma Salim lîstika Jiyana Me bi Erebî lîst. Di lîstikan de Koma Avaşîn stran gotin. Koma Faraşîn heman lîstik li saziya Pargînê pêşkêşê zarokên koçeran jî kir.

ÇALAKIYÊN HUNERÎ LI KAMP Û GUNDAN HATIN LIDARXISTIN

Çalakiya hunerî ku li Kampa Newrozê hat lidarxistin gelek rengîn bû heta derengiya şevê li ber xwe da. Navenda çand û hunerê ku li kampê dixebite bi govend û muzîkê derket ser dikê. Koma muzîkê ya bi navê Kulîlkên Rojava ji Dêrikê hat û bû mêvana kampê.

Li Pargînê zarokan kilamên dengbêjiyê gotin. Çalakî bi stranên Koma Avaşîn bi dawî bû. Koma Faraşîn ku komeke zarokan a Saziya Malbatên Şehîdan e, lîstika Mişk û Mar pir xweş lîst.

12’TEBAXÊ WÊ SÊ LÎSTIKÊN DIN BÊN LÎSTIN

Rojên Şanoya Zarokan wê 12’ê Tebaxê êvarê heta bi 18.00 li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam be. 12’ê Tebaxê êvarê wê koma gundê Girbawî Şengê û Pêngê, Koma Hîlala Zêrîn Daweta Nok û Nîskê, Koma Zarokan Şilêr jî Çûk û Pîrê bilîze. Koma muzîkê ya zarokan Qûdurbeq jî stranan bibêje.