Minbiciyan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin
Mibiciyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn.
Mibiciyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn.
Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk û terora wê li Eyn Îsayê re" Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Eyn Îsayê meşek organîze kir û bi hezaran şêniyên Minbic û gundewarên wê beşdar bûn.
Piştî meşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevseroka Meclîsa Rêveber Nezîfa Xelo got armanca artêşa Tirk berfirehkirina dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê ye.
Nezîfa destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê pêşketin çêbe, lewra hewl dide projeya neteweya demokratîk û hevgirtina gelan têk bibe.
Piştre seroka Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab Ebûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rêzê ji pîvan û peymanên navneteweyî re nagire û êrîşî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk êrişî herêma Eyn Îsayê dike, gefan li jiyana sivîlan dixwe û hewl dide wan bide koçberkirin, her wiha dixwaze wekî herêmên dagirkirî demografiya van herêman jî biguherîne.”
Piştre endama Meclîsa Jinan a Minbicê Nisrîn Elî axivî û bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir. Meş bi dirûşman bi dawî bû.