Derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ajansa Nûçeyan a Firatê bi Cîgirê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remdam re hevdîtinek pêk anî.
Mihemed diyar kir dîroka dewleta Tirk a dagîrker a li ser talan, xwînrijandin û dagirkirinê ava bûye û got, "Jixwe dewleta dagirker xwe li ser dîrok û mirata gelan mezin kiriye. Nexasim ji sala 1923'an ve ango bi hatina Mustefa Kemal û avakirina komar û polîtîkaya xwe li ser bingeha yek al, yek ziman û yek millet ava kiriye û li ser vê bingeha faşîst û nejadperistî xwe dide pêş. Ji ber wê her gelek an jî mirovek di nava sînorê wê de bi zimanekî din dervî zimanê Tirkî, bi çandek din bijî rastî qirkirinê wê tê. Di encamê de pergele spandiye ku tenê yek tîp hebe."
Muhammed herwiha li ser polîtîkayên qirêj yên bi taybetî ser gelê Kurd axivî û axaftina xwe wiha domand: "Li ser vê hişmendiyê êrişên wê yên li ser gelan û hewldana wê ji bo derbaskirina wan di nava qirkirinê de didome. Gelê Kurd jî rastî van konseptên qirkirnê tê û felaketên her bi sosret li ser wê pêk tên. Lewra dewleta Tirkî a dagirker bi fobiya şoreş û azadî ketiye. Gelê Kurd jî her di nava têkoşîna azadiyê û bi dehan kumkojî vê rejimê xwestiyê wî tine bike. Dewleta Tirkî a dagirker bi çavê dijmin li gelê Kurd ku xwediyê çand û dîrokeke kevnare dinêre. Xwestiye rastiya ku Kurd û pêşiyên wan pêşengên şaristaniyên, veşêre û wî qir bike. Bi taybetî piştî peymana Lozan ya sala 1923'an Kurdistan parçe kirin. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her parçeyê bihna Kurditiyê were êrişê tîne. Kurd li kûderê bin bila bibin, hema hema yekser ev rejima faşîst tev digeve û bi têkiliyên bi dewleta dagîrker ya din re kurd û tevgerên wan diçewisîne."
Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta Tirkî ya dagirker ên ser Rojava û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û ev şirove kir: '':Bi heman hişmendiya heta roja îro qirkirin û çewisdinê ya li ser gelê Kurd û bi taybetî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Vê projeyê pergaleke xwebirêveberinê ava kiriye. Ev pergaleke moderên li Rojhilata navî ne. Ev pergal hem çaerseriya krîza li Sûriyê ye, hem ji bo krîza li Rojhilata Navî ne. Naxwaze ev proje pêş bikeve û demokasî belav bibe, ji ber wê rojane êriş dike. Û her li pey xewn û xeyalên xwe yên Osmaniyan dikeve. Her dixwaze herêman dagîr bike û nexşeya xwe li gorî xewna Mîsaka Millî ava bike. Li gorî wê jî xwe rewa dibîne dem êriş dike û rêzê li pîvan û zagonên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî nake, serweriyê welatên cîran rojane bin pê dike û komkujiyê li ber çavên cîhanê pêk tîne."
Mihemed herwisa armanc û planên vê dawiyê yên dewleta Tirkî ya dagirker anîn ziman û got, tê zanîn ku hem Şehba hem Kobanê girîngiyeke wan ya jeopolîtîk heye. Herwiha tevî wê girêngiyeke din ya Kobanê heye. Kobanê bi têkbirina DAIŞ`ê bû hêmana parastina mirovayi yê. Çirûska yekê ya li hemberî taritiya DAIŞ`a ku desteka ji Erdogan digirt, bû. Ji ber wê Erdogan dixwaze tola DAIŞ`ê ji Kobanê û kobaniyan hilîne. Herwisa dixwaze bi dagirkirina Kobanê Rojava parçe bike û firehkirina dagirkeriya xwe hêsan bike. Kobanê xwediya guleya yekemîn a li eniya DAIŞ`ê ket ku di heman wextê de guleya li hêvî û xeyalên Erdogan e. Şehaba jî bixwe gelê Efrînê yê piştî 58 rojan ji berxwedanê hatî lê bi cî bûye. Bêguman pir peyman di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbûne. Yek ji wan rêvekirina li pêşiya dagirkirina Efrînê bû ku pê dixwestin wê ji gelê wê yê resen vala bikin û guhertina demogarafîk bû. Lê gelê me yê berxwedêr hat li berxwedana û têkoşîna xwe li Şehba didomîne ew jî dibe kelem ji wan re û xelkea helweşîna projeyên wan.
Mihemed herwiha dewamî da axaftina xwe û ev lê zêde kir: "Pinpêkirinê wan li Efrînê roj bi roj dibin rojeva mirovatiyê û maskeyên li ser rûyên wan hêdî hêdî têne xwarê ev wan reswa dike û ji ber wê êrişî gel dike û dixwaze Şehbayê jî vala bike. Nahêle xwediyên Efrînê hebin. Jixwe civînên Astana ji roja pêşî ve bi armanca dijberiya Rêveberiya Xweser tên lidarxistin. Di salvegera caran de dixwazin tînin bîra me ku wê peyamên xwe bidomînin. Di nava civînên Astana biryara girtina deriyan li ser Rêveberiya Xweser hat dayîn û ambargo hat dijwarkirin. Piştî Asîtana êrişên li ser Kobanê dan destpêkirin. Herwiha yek ji xalan ku van hêzan li hev kiribûn, ka çawa ji nû ve DAIŞ zindî bikin û bi êrişan li ser zindna Xiwêrnê dest pê dikin."
Cîgirê meclisa kantona Efrînê Mihemed Remedan diyar kir ku çend Astana bên lidarxistin, çend Cinêv bên lidarxistin û çend biryar li dijî têkoşîna gelan bên standin, wê qet plan û biryarên wan bi ser nekevin û axaftina xwe wiha qedan. Pirsgirêka Sûriya li van paytexan jî çarser nabe, çareseriyek hebe divê bi rizgarkirin û nehiştina dagirkeriyê be. Pêwist e ev dagirker bên derxistin û erda sûriyê bi zarokên wê bê parastin û sûriyeke demokatîk û nenavendî bê avakirin.
Mihemed her wiha teqez kir ku tiliyên Erdogan di nava her êriş û plane de heye. Ji ber wê divê Erdogan bê darizdan û bi vê peyamê axaftina xwe qedand: "Li ser vî bingehê em û gelê xwe soz didin ku bi mîrata xwe ya berxwedanê em berxwedana xwe ya rizgakirima Efrîn bidomîn û bi serbilindî emê vegerin Efrînê."