Mihemed Şahîn: Li dijî her cûre êrîşan em ê axa xwe biparêzin

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, "Li dijî her cure êrîşan em ê axa xwe biparêzin û destûrê nedin axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan bê dagirkirin."

Dewleta Tirk bi awayekî topyekûn di 17’ê Nîsanê de bi balafirên şer, top û obusan û çekên kîmyewî êrîşî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Dewleta Tirk li pêşberî berxwedana bêhempa ya gerîlayê Kurdistanê nekarî bi pêş ve biçe. Vê carê jî bi balafirên bêmirov êrîşî gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistan û Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê kir û qetil dike.

Her wiha li dijî siyasetmedar, rojnamevan û nûnerên Kurdan operasyona qirkirinê li Bakurê Kurdistanê daye dest pê kirin. Di encama êrîşên balafirên bêmirov de gelek xebatkar, sivîl û jinên têkoşer li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn. Têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ANF'ê re axivî.

'DEWLETA TIRK BINGEHA ALOZIYA LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ YE'

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku, armanca êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, têkbirina Rêveberiya Xweser e, dixwaze civakê ji hev belav bike û got, "Bi şerê psıkolojik dixwaze gel bi êrîşên biçûk bitirsîne û herêmê bide valakirin. Dewleta Tirk bingeha aloziyê ye, her dem gefa êrîşê dixwe, naxwaze li Bakurê Sûriyeyê pergal rûnê, çareserî pêk were. Dewleta Tirk pergala rêveberiya xweser napejrîne, li ku derê Kurd hebin wir dike navenda êrîşên xwe. Piştî Efrîn dagir kir, piştgirî da çeteyên li herêmê û Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir."

DEWLETA TIRK SIYASETMEDAR Û RÊVEBERIYÊN ME DIKE HEDEF

Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze pergala Osmaniyan ji nû ve nûjen bike û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk dixwaze hem Başûrê Kurdistan û hem jî Bakurê Sûriyeyê bi giştî dagir bike. Û pergala Osmaniyan bide avakirin. Ji ber vê yekê siyasetmedar û rêveberiyên me dike hedef. Armanc bêbandor kirinahêzên demokratîk ên li herêmê ne. Bi rêyê balafirên bê mirov yên biçek şerê taybet dike. Şerek derveyî qanûnên navneteweyî tê kirin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Lê raya giştî guhê xwe ker kiriye."

DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞERÊ QIRÊJ XWEDÎ HELWEST BE

Mihemed Şahîn di dawiyê de got, em di ferqa lîstik û planên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne û diyar kir ku li dijî her cûre êrîşan wê axa xwe biparêzin. Mihemed Şahîn got, "Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan vîna gel biçewsîne, bitirsîne. Lê divê bê zanîn ku gelên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dijîn berdêlên giran ji bo azadî, demokrasî, rûmet qezenc bikin dan. Berxwedan û keda avakirina Pergala Neteweya Demokratîk ên gelên li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dane, ji cîhanê re bûye model û bi milyonan mirov ji vê pergalê bandor bûn. Li dijî her cûre êrîşan em ê axa xwe biparêzin û em ê destûr nedin axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bê dagirkirin. Em banga xwedîderketinê li tevahî gelên Kurdistanê dikin. Divê her kes li dijî vî şerê qirêj xwedî helwest be."