Mezlûm Ebdî: Hêzên navnetewî ji parastina sivîlan berpirsiyar e

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê şermezarkir û got, “Hêzên navnetewî ji rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan berpirsiyar e.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parve kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya parvekirî de wiha got: “Êrîşa li dijî Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merewan Bedel û zarokên wî dişibe komkujiya li Qamişloyê.

Vekirina qada hawayî li pêşiya droneyên Tirkiyê ku çawa bixwaze sivîlan bike hedef wê bi xwe re komkujiyan pêk bîne. Hêzên navnetewî ji rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan berpirsiyar e.

Serê malbata şehîd Merwan û gelê Êzidî sax be.”