Meşa Tevgera Ciwanan di roja 2'emîn de ye
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan di roja 2'emîn de ye.
Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan di roja 2'emîn de ye.
Meşa Dirêj ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" hate destpêkirin, bi beşdariya bi sedan ciwanî ji Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê ber bi navçeya Girkê Legê ve dewam dike.
Di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û berxwedana gerîla tê silavkirin. Çalakger li ber pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye, werin cenga azadiyê" û "Ji bo tola salan, têk bibin dagirkeran" dimeşin.
Meşvan wê sibe bigihêje ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê û beşdarî çalakiya kon bibe ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve tê lidarxistin.