Meşa Dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû

Meşa Dirêj a ji aliyê Tevgera Ciwanên Şorşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve destpêkiribû piştî 7 rojan li Dêrikê bi dawî bû.

Meşa Dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" lidar xistiye, gihişte Dêrikê. Meş ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgerên PDK’ê yên dawîn, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan siyasî li dar ket. Meşa dirêj ji navçeya Til Temirê destpê kir û li tevahî bajar û bajarokên herêma Cizîrê geriya.

Di têketina bajarê Dêrikê de şêniyan pêşwaziya ciwanan kir û tevlî meşê bûn. Ciwan li tevahî kolanên Dêrikê gerîn û piştre berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan.

Li gel Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan Meşa Dirêj vegerî mîtîngê û  deqeyeke rêz girtin. Piştre bi navê Meclîsa navçeya Dêrikê Sadiq Mihemed wiha got: "Em soz didin ciwanên şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanan ku dê piştevaniya wan a hemleya "Em ê teqez bi ser kevin" bikin, îxanetê û dagirkeriyê li tevahî parçeyên Kurdistanê têk bibin."

Piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan Medya Mihemed axivî û spasiya tevahî şêniyên bajêr û bajarokên ku ciwanên pêşwaz kirin û tevlî mesa dirêj bûne, kir.

Medeya Mihemed wiha domand: "Wê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan asta têkoşînê heta rizgarkirina Rêber Ocalan û girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst bilind bikin û piştevaniya QSD’ê li eniyên şer bikin."

Li ser navê Kogreya Star a Dêrikê jî Evîn Elî axivî û got: "Pêngava Ciwanên Şoreşger a ku 7 rojan bi peyatî berdewam kir, bi rêya beşdariya ciwanên şoreşger ên ji tevahî bajar û bajarokên herêma Cizîrê deng veda."

Meşa Dirêj bi pêşandana stranan ji hêla endamê Koma Cûdî, Hacî Mûs ve bi dawî bû.