Meşa ciwanan gihişt Qamişloyê

Meşa ciwanan a ku Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê pêşengiya wê dikirin, vê êvarê gihiştin Qamişloyê.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi şîara ‘Teqez em ê bi ser bikevin’ ji Til Temirê meşek dabûn destpêkirin. Meş vê êvarê gihişt Qamişlo. Di meşê de dewleta Tirk hate şermezarkirin û nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan.

Meş ji Amûdê ber bi Qamişlo hatibû destpêkirin. Gel li Qada 12’ê Adarê çalakger û meşvan pêşwazî kirin. Wê meş sibê ber bi Tirbespiyê ve bidome.