Meşa ciwanan a Serêkaniyê li Til Temir dawî bû

Ciwanan anî ziman ku heta rizgarkirina herêmê ji dagirkeran wê li ber xwe bidin.

Meşa dirêj a ciwanên Serêkaniyê û Hesekê ya bi dirûşma ‘Emê teqez bi ser bikevin, em ê hedefên xwe pêkbînin’ a bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkiribû li Til Temirê bi dawî bû.

Dema ciwan gihîştin navçeya Til Temirê meşa wan bi meşaleyan domandin, bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman qîr kirin.

Ciwanên ku li tevahiya kolanên bajar meşiyan li Kolana Şehîd Demhat veguherî mîtîngê. Meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Serêkaniyê Evrîn Evîndar axivî û got: "Meşa dirêj a ku îro hatiye lidarxistin, da ku em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re piştrast bikin ku ciwanên Serêkaniyê li hember dagirkerî û çeteyên wê bê deng nemîn û wê heta rizgarkirina bajarê xwe û vegera li bajêr tê bikoşin."

Evîndar wiha domand: "Em wek ciwan wê heta rizgarkirina tevahî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, li ber xwe bidin." Evîndar bal kişand ser pêngava ‘Em ê bi teqez bi ser bikevin’ û diyar kir ku bi vê pêngavê wê armancên xwe bicih bînin û ser bixin.

Meş bi dirûşmên bangwaziya berxwedanê li hember dagirkeriyê û girtina dîlanê bi dawî bû.