'Berpirsyarê sereke yê êrişa li ser Hesekê dewleta Tirk e, divê bê cezakirin'
Berdevkê Lîwa Şemal Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê dewleta Tirk a dagirker e, lewam divê bê cezakirin.
Berdevkê Lîwa Şemal Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê dewleta Tirk a dagirker e, lewam divê bê cezakirin.
Hêzên derve yên ku destwerdanê di hundirê Sûriyeyê de dikin, mîna dewleta Tirk a dagirker, her tim êrîşên xweyî qirêj li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Bi vê yekê hewil dide ku rewşa herêmê ji hemî aliyan ve tevlihev bike. Ji ber vê yekê aliyê aborî û leşkerî ji xwe re dike hedef. Beriya niha jî li Hesekê girtîgeha Xiwêranê kiribûn hedef û xwestibûn terora DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Di vê çarçoveyê de Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hevdîtineke taybet bi berdevkê Lîwa Şemal, Mehmûd Hebîb re pêk anî.
‘ARMANCA KOMPLOYAN EV E KU DAÎŞÊ DÎSA ZINDÎ BIKIN’
Mehmûd Hebîb diyar kir ku armanca hemû komployên ku li dijî herêmê têne kirin, ev e ku careke din terorîzma DAIŞ’ê were zindî kirin û got "Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji beriya du salan û şûnde li ser hêla aborî û leşkerî ya herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Êdî piştî ku plan û xewnên rêjîma Sûriye û Tirkiyeyê ên qirêj têk çûn û şikestin, êrîşeke hovane birin ser girtîgeha Sînaayê ya Xiwêranê ya li Hesekê. Armanca van êrîşên qirker ev bû ku aramiya ewlehiya herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê belê careke din armancên wan ji hêla hêzên QSD’ê ve hate şikandin.”
Hebîb destnîşan kir ku hin çeteyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê ji Serêkaniyê û Girêspî ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne hatine û êrîşeke hov birin ser girtîgeha Xiwêranê. Ji vê yekê tê naskirin ku destê dewleta Tirk bi awayekî eşkere di vê êrîşa terorîst de hebû û bi taybet piştî ku hin şaneyên DAIŞ’ê li xwe mikur hatin. Ev şaneyên DAÎŞ’ê piştî ku ji girtîgehê reviyabûn, ji hêla hêzên QSD’ê ve dîl hatibûn destgîr kirin.
TIRKIYEYÊ DESTEKA HERÎ MEZIN DA TERORÎZMA DAÎŞ’Ê
Her wiha Mehmûd Hebîb anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewil dide ku terorîzma DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike, ku bi rêya lojîstîkê destekê dide vê terorîzmê. Di operasyona girtîgeha Hesekê de zêdetirî 10 miliyon dolar weke piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê ên terorîst. Ji ber vê yekê Tirkiye berpisiyarê sereke ya vê êrîşê ye û divê were cezakirin. Her wiha gelek delîl hebe, vê yekê îspat dikin ku dewleta Tirk a dagirker berpisiyarê êrîşa li ser girtîgeha Xiwêranê ye û bi plandayîna wê ev êrîşa hov û terorîst pêk hatiye. Ji ber ku vegera DAIŞ’ê parçeyek ji planên wê ên qirêj e, nemaze ku zêdetirî 400 çeteyên DAIŞ’ê ên terorîst ên kevin li Serêkaniyê û Girêspî ku ji hêla dewleta Tirk a mêtînger ve dagirkirî ne, di bin navê qaşo artêşa Sûriyeyê ya azad de hene.
REJÎMA SÛRIYEYÊ JÎ ŞIRÎKÊ VÊ ÊRIŞÊ YE
Her wiha operasyona valakirina rejîma Sûriyeyê ji baregehên xwe ên li devera Resafê bi bûyerên girtîgeha Hesekê re hevdem bû. Di vê derbarê de Mehmûd Hebîb wiha got "Xwekişandina rejîmê ji devera Resafayê berdewamkirina plana Tirkiyeyê ya qirêj bû. Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye di vê êrîşa terorîst de bi hev re hevkar bûn ku herdu jî destwerdanê di herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de dikin da ku ewlehiya herêmê têk bibin. Rejîma Sûriyeyê ji Risafayê vekişiya ji bo ku rê li ber DAIŞ’ê veke û careke din DAÎŞ li herêmê zindî bibe û dîsa tevbigere. Armanca wan ew bû ku zext û gefan li ewlehiya Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Lê belê ev komplo hemû ji hêla hêzên me yên QSD’ê ve hatin têkbirin û şikandin.”
Hebîb diyar kir ku terorîzma DAIŞ’ê bi êrîşa li ser girtîgeha Hesekê hewil da ku xwe ji nû ve li herêmê zindî bike û tevbigere. Di heman demê tevgerîna wê li Iraqê, Sîna û Lîbiyayê jî çêbû, xwest bi vê yekê şaneyên xwe yên veşartî jî ji êrişan re amade bike.