Meclîsa Sûriyeyê Qirkirina Ermenan nas kir

Parlamenta Sûriyeyê komkujiya ku di sala 1915'an de li Ermenan hate kirin weke qirkirinê nas kir.

Parlamenta Sûriyeyê di rûniştina xwe ya îro de komkujiya ku di sala 1915'an de li Ermenan hate kirin weke qirkirinê nas kir.

Sûriye bi vê biryarê piştî Lubnanê bû welatê duyemîn ê Ereban ku Qirkirina Ermeniyan nas kiriye.

Meclîsa Sûriyeyê komkujî û tehcîra ku dewleta Osmanî di sala 1915'an de li gelê Ermen kir, weke qirkirinê qebûl kir.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Ereb a Parlementoya Sûriyeyê Bûtros Morjan têkildarî biryarê got: "Naskirina van çalakiyên dij mirovî, şermezarkirin û ji bo carekî din pêk neyên dem hatiye ku pêşiya wê bê girtin."