Meclîsa Sûriyeya Demokratîk êrîşa li Manchesterê şermezar kir

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, êrîşa li bajarê Manchester ê Îngilîstanê şermezar kir.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa li bajarê Manchester ê Îngilîstanê şermezar kir.

Peyama MSD'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di demekê de ku civaka navneteweyî li her devera cîhanê li dijî terorê şer dike, li bajarê Manchester ê Îngilîstanê êrîşek hate kirin û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Bi navê MSD'ê em vê êrîşê şermezar dikin.

Bila serê malbatên qurbaniyan û hikumeta Îngilîstanê sax be û em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Heta ku teror biqede em ê têbikoşin."