Meclîsa Sûriyeya Demokratîk  bang li saziyên navneteweyî kir

 Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ber dagirkeriya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Koalîsyona Navdewletî bi bîr xist.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ber dagirkeriya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Koalîsyona Navdewletî bi bîr xist. Meclîsê bang li van hêzên cîhanî kir da ku dawî li dagirkirina bajarê Efrînê bînin û li pêşiya guhertina demografiya herêmê bigirin.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di civînê de bal kişand ser van xalan:

“Di vê pêvajoyê de ku civaka navneteweyî plan dide ku aloziya li Sûriyeyê bi rêyên siyasî çareser bike, dewleta Tirk bi destûr û erêkirina Rûsyayê bajarê Efrînê dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk bi guhertina demografiya herêmê û bicihkirina bêtirî 4 hezar çeteyên li Efrînê tevgera xwe ya paqijkirina etnîkî dewam dike. Di vê tevgerê de êrîşên herî hovane li dijî civata Elewî û Êzidî tên kirin. Li gel van êrîşên çeteyên dewleta Tirk destdirêjiyê li jinên Efrînê dikin û jiyana tarî li ser wan ferz dikin. Dewleta dagirker bi vê yekê jî sînordar nema û bi daliqandina tabeleyên Tirkî zimanê xwe bi darê zorê li ser gelê me ferz dike. Armanca ji van kirinên hovane ev e ku li bajarê Efrînê xelîfeteke Îslamî were avakirin. Hêzên cîhanê yên li dijî guhertina demografiya Xûta, Dûma û Qelemûn derketin, li beramberî rewşa Efrînê durûtiyê dikin û bêdeng dimînin.”

 'LI ŞEHBAYÊ 200 HEZAR EFRÎNÎ HENE'

Îlham Ehmed diyar kir ku bêtirî 200 hezar kesên li herêma Şehbayê belav bûne, di nava şertên giran de dijîn û bal kişand ser vî tiştî ku ji ber xemsariya Neteweyên Yekbûyî rê li ber vê rewşa kambax hat vekirin."

Hevseroka MSD'ê ji bo peydakirina çareseriya lezgîn ev rêbaz nîşan dan:

“-Divê hemû biryarên navdewletî yên rawestandina şer li Sûriyeyê bi cih werin.

-Divê di zûtirîn demê de alîkariya ji bo xelkê Efrînê were şandin.

-Divê projeya guhertina demografiya Efrînê were sekinandin.

-Hebûna hêzên biyanî yên dagirker li Cerablûs, Efrîn, Ezaz, Idlib divê were bidawîkirin.

-Divê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi sed hezaran kesên ji cih û warên xwe bûne, vegerin Efrînê û deverên din.

-Tevgerên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî axa Sûriyeyê werin rawestandin.

-Artêşa Tirk û komên girêdayê wê divê ji Efrînê werin derxistin.

-Divê Rûsya zextê li hevkarên xwe bike da ku li Dêra Zorê şerê li dijî DAIŞ'ê asteng nekin.”