Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî sûcên Tirkiyeyê bang li hêzên NY'yê kirin

Malbatên Şehîdan sûcên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û banga tevgerê li hêzên Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan kirin ku bi erka xwe rabin.

Bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên li herêma Efrînê li Goristana Şehîdan a navçeya Ehresê kom bûn û wêneyên şehîd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên malbatên şehîd rakirin.

Daxuyanî bi zimanên Erebî û Kurdî hate xwendin û bang li gelê herêmê kir li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê bisekinin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker hîn jî siyaseteke dijminane dimeşîne û qanûnên navneteweyî binpê dike, li gel vê dijminahiyê siyaseta qetil kirin, revandin, koçberkirin, guhartina demografiya herêmê û destwerdana kar û barên Rojhilata Navîn dike, nexasim li Iraqê, Sûriyê û Lîbyayê. Dewleta Tirk tevahî rêbazan bi kar tîne û ji bo projeyên xwe yên dagirkerî û destwerdana herêma Kurdistanê û Bakurê Iraqê ji beriya 6 mehan ve dike û destekê dide çeteyan û bi hinceta êrişkirina terorê êrişî Heftanînê û Qendîlê dike û li hemberî van êrişan civaka navneteweyî bê deng e.

Em Meclîsa Malbatên Şehîdan sûcên artêşa Tirk û binpêkirinên dermirovî yên li dijî gelê me yên Sûriye bi giştî, gelê Kurd bi taybet û gelê herêmê pêk ve şermezar dikin.

Hikûmeta AKP-MHP`ê bi vê hişmendiyê siyaseta Osmaniyan dimeşîne û hewl dide bi van êrîşan Mîsaqa Millî careke din li herêmê pêk bîne, ji ber vê divê tevahî gelên herêmê li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê yekitiya xwe ava bikin.

Em bang li civaka navneteweyî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî van sûcan û binpêkinên artêşa Tirk bi erka xwe rabin û makanîzmeyekê ji bo van sûcan bibînin, di heman demê de sûcên li dijî gelên herêmê bisekinînin.

Em Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonên Efrîn û Şehbayê soz didin gelên xwe û gelên cîhanê ku dem dema parastinê ye, divê rûmeta tevgera xwe û pîroziyan biparêzin, ‘Parastina şoreşê û dawîkirina dagirkeriyê’ dirûşma me ye û em ê di pêşerojê de bilind bikin.”

Daxuyanî bi diruşmên" şehîd namirin" û" bijî berxwedan" bi dawî bû."