Meclîsa Leşkerî ya Minbicê banga vegerê li welatiyên Minbicî kir

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bang li welatiyên ji Minbicê yên li herêmên dagirkirî kir ku vegerin ser malên xwe.

Meclîsa Leşkerî ya Mibicê bi daxuyaniyekê bagn li welatiyên Minbicê kir ku yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne vegerin ser warên xwe.

Meclîsê ev got: "Divê berpirsyariyên exlaqî bi rêya hişyarkirina şêniyan ji lîstik û derfetgirtina dewleta Tirk a dagirker li herêmên Dirî El-Firat û herêmên dîtir ên li Sûriyê hatine dagirkirin, pêk bînin, da ku şêniyan neçar nekin ku bikevin nav komên leşkerî yên terorî ku berjewendiyên wan ên qewmî yên Osmanî pêk bînin.”

Meclisê di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku di 25’ê vê Çileyê de civînek li dar xistiye û têde biryar daye ku bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên Dirî El-Firat bike ku vegerin Minbicê û wê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Gundewarên Wê garantiya wan dabîn bike.

‘DERIYÊ ME VEKIRIYE’

Meclisê di dewama daxuyaniyê de ev agahî da: "Kesên ji endamên çekdar ên li herêma Dirî El-Firat bixwazin vegerin jiyana xwe ya sivîl, em wê wek mafekî xwezayî dibînin û her wiha kesên bixwazin tevlî hêzên meclîsê bibin da ku parastina gel û şêniyên xwe bikin, deriyên saziyên me yên leşkerî yên Minbicê jê re vekirî ne. Ew jî bi rêya hevkariya bi Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêkan e."