Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Dewleta Tirk wê rastî berxwedanek dîrokî bê
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef, bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker da û got: “Dewleta Tirk wê li ser vê xakê rastî berxwedanek dîrokî bê.”
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef, bersiva gefên dewleta Tirk a dagirker da û got: “Dewleta Tirk wê li ser vê xakê rastî berxwedanek dîrokî bê.”
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef, li qada Meclîsê ya li navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Xelef anî ziman ku hêzên wan bi hemû hêza xwe amade ne bersiva çi êrîşeke li ser herêmê bidin.
Xelef da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide xaka Sûriyeyê bike parçeyek ji xaka Tirkiyê û got: “Wê dewleta Tirk bi berxwedaneke dîrokî ya hêzên parêzvanên vê xakê re, rû bi rû bimîne û wê şer ne tenê li cihekî be, lê belê wê giştî û berfireh be“
Xelef, bal kişand li ser sewqiyata leşkerî ya hikûmeta Şamê ji bo eniyên şer û got ku parastina axa Sûriyê erkê hemû gelê Sûriyê ye.
Xelef diyar kir ku li gorî peymana ku di 22’ê Cotmeha 2019’an de hatiye îmzekirin, berpirsyariya hikûmeta Şamê jî heye ku li hemberî gefên dewleta Tirk raweste û got ku ew ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.