Meclîsa Leşkerî ya Babê têkildarî êrîşa duh daxuyanî da

Meclîsa Leşkerî ya Babê têkildarî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ku 7 şervan şehîd bûbûn daxuyanî da û got; “Em ê tola şehîdan, bi paqijkirina çeteyên terorîst û dagirker  li ser xaka Sûriyeyê bigrin.”

Duh komeke çeteyan li Çerxerêya Şeriya ya navenda bajarê Minbicê êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweprastinê kiribû û şer çêbibû. Di şer de 7 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn. Meclîsa Leşkerî ya Babê li ser mijarê daxuyaniyeke nivisîkî weşand û got; “Em ê tola şehîdan hilînin”.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em sersaxî ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em vê êrîşa terorîstî şeremzar dikin. Gelê me her demê li dijî van êrîş û gefan li ber xwe daye û bi binxistina DAÎŞ’ê re serketin bidestxist.

Em soz din şehîdan û malbatên wan ku em ê xeta şehîdan bidomînin û tola wan rakin heta her bosteke xaka Sûriyê ji teror û dagirkeran rizgar bikin."