Meclîsa Herêma Kantona Dêra Zorê kongreya xwe ya damezrêner pêk anî

Ji bo xebat û rêxistinbûna meclîsên li Dêra Zorê hê baştir birêve biçe, Meclîsa Herêma Kantona Dêra Zorê kongreya xwe ya demezêrner pêk anî.

Kongreya Damezrêner a Meclîsên Herêmên Dêra Zorê li hola civînan a Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ya li herêma Meamil lidar xist. Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî, fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, QSD, endamên saziyên sivîl û meclisên hatine avakirin û şêx û rûspiyên herêmê di kongreyê de amade bûn.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û lidarxistina vê kongreyê ji bo şêniyên Dêra Zorê yên ku di salên dawî de azar kişandine, bi rojekî dîrokî bi nav kir û got: "Bi fedekariyên QSD'ê ya ku bi hezaran şehîd dan, herêm ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, meclisên herêmî û Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê hate avakirin, ku her tim xizmetê pêşkêşî gel dike û binsaziyê ji nû ve ava dike."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku hewldanên têkbirina rêveberiya Dêra Zorê bi saya hişyariya şêniyan û eşîran têk çûn û wiha domand: "Divê em ji bo serxistina Rêveberiya Xweser kar bikin, me karîbû hawayeke ewle ava bikin ku bi rêya wê xizmeta şêniyên xwe bikin. Ev gav dîrokî û girîng e, komîteya amadekar û endamên Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê kedeke mezin da da ku meclisên vê herêmê ava bikin."

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed El-Xebîl axivî û diyar kir ku avakirina meclisên Dêra Zorê gaveke girîng di dîroka Rêveberiya Xweser de ye, dê hêzên leşkerî yên herêmê ji bo xizmeta şêniyan û parastina saziyan bi hev re bixebitin.

El-Xebîl diyar kir ku avakirina 4 meclisan li Dêrazorê tê wateya piştevahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi navê Meclîsa Qanûnsaz Ziyab El-Cîlat jî got: "Serkeftinên ku li Dêra Zorê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e, ji ber vê yekê divê em di Rêveberiy Xweser de li hemberî planên li dijî rêveberiya me bisekinin."

Bi navê Meclîsa Rêveber a Dêrazorê Xesan El-Yûsif got, guhertina ku li Dêra Zorê çêdibin, destpêka jinûve sazkirina sazûmaniya Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê ye û wiha domand: "Rêveberiya Sivîl û rûspiyên eşîrên herêmê, ji beriya 8 mehan ve ji bo vê roja dîrokî kar dikin, ku 4 meclîsan li Dêra Zorê ava kirin, herêma rojava, herêma bakur, herêma navîn û herêma rojhilat ku ji 187 endaman ji şêniyên Dêra Zorê pêk hat. Her meclîsek ji 42 endaman pêk tê."

El-Yûsif got, rûbera Dêra Zorê berfireh e û niştecihên wê pir in, ji ber vê yekê pêwîstî bi xizmetguzariyeke zêde û jinûve avakirina deverên wêrankirî heye, her wiha tunebûna îstîqrara aborî û xizmetguzarî, ji aliyên derve re dibin armanc da ku rêveberiyê têk bibin.

Di dawiyê de endamên meclîsên Dêra Zorê sond xwarin ku dê projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser biparêzin.