Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane yên li dijî Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne."
Meclîsê got, “Îro danê sibê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li avahiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê da. Di encamê de ziyanên madî gihiştin avahiya meclîsê.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk a li herêmê, bi rêya têkbirina ewlehiya wê û belavkirina terorê, têk bibe.”