'Me soz dabûn jinan ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin û me ev kir'

Fermandara QSD'ê Rojda Felat diyar kir, ku wan îsal weke sala rizgarkirin Reqayê danîbûn ber xwe û li gel rizgarkirina Reqayê wan soza xwe ya ji bo xelaskirina jinên di bin zilma DAIŞ'ê de ne, bi cih anîne.

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih girt, li ser rizgarkirina Reqayê ji ANF'ê re axivî.

Felat di destpêka axaftina xwe de got, "Di serî de em vê serketinê li tevahiya gelên cîhanê, bi taybetî li gelê Reqayê pîroz dikin. Em li hevalên xwe yên di vê cengê de gihîştin şehadetê pîroz dikin."

Felat diyar kir, ku wan îsal weke sala rizgarkirina Reqayê danîbûn ber xwe û ev nirxandin kir:

"Weke jin, me îsal weke sala rizgarkirina Reqayê danîn ber xwe. Ji bo vê me gelekî xwe perwerde kir. Pêngava Reqayê ji bo me xwedî wateyeke cuda bû. Bi qasî 500 hevalên jin tevlî pêngavê bûn. Me îsal weke sala rizgarkirina jinê îlan kiribû. Lewma tevlîbûna hevalên jin û rizgarkirina Reqayê ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Me soz da bûn, ku jinên di bin sîstema DAIŞ'ê de dijîn û zilmê dibînin, rizgar bikin. Ne tenê jinên Şengalî, hemû jinên li vî bajarî di bin çarşefê de bûn. Dibe ku li ser raya giştî we bi xwe jî dît: Jinên ku digihîştin me çarşefên xwe diavêtin. Em hembêz dikirin, digotin 'Em demeke dirêj li hêviya we ne, ji bo me rizgar bikin'. Ji ber vê yekê rizgarkirina vî bajarî bi taybetî ji bo jinê xwedî wateyekê bû."

Fermandar Rojda Felat anî ziman, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de wan 2 tabûrên jinan ava kirin û got, "Me ev îlan jî kir. Heta niha jî tevlîbûna li nava refên jinan ên QSD'ê dewam dikin. Ev ji bo me serketinek e. Jinên ku niha me dibînin jî bi me serfiraz in. Kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin em li pey rêya we ne û em ê bi we re dewam bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Felat bal kişand ser tevlîbûna ji Reqayê ya li nava refên QSD'ê û got, "Ji gund û nava bajêr gelek kes tevlî nava refên me dibin. Yên tevlî dibin dibêjin, 'Me zêde we nas nedikir. Bi hatina we ya vê derê me we nas kir'. Li ser vê bingehê gelekî dixwazin tevlî bibin."